Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin 2023-05-18 18:55:20       NAVENDA NÛÇEYAN - Sibê wê her du Komîsyonên Hilbijartinê yên YNK û PDK’ê li Hewlêrê li hev bicivin û pirsgirêka hilbijartinê guftûgo bikin.   Endamê Rêveberiya YNK’ê Letîf Nêrwe ji medya nêzî YNK’ê re ragihand ku di çarçoveya guftûgokirina qanûna hilbijartinê de, sibê wê Komîsyona Hilbijartinê ya Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê bicivin.   Her wiha Nêrwe ragihand ku YNK hêvî dike ku civîn bi encameke erênî bi dawî bibe û Herêma Kurdistanê ber bi hilbijartinek paqij û demokrat ve gav bavêje.   Cîgirê Serokê Fraksiyona YNK’ê yê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Luqman Werdî jî ragihand ku civîn wê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin û wiha got: “Wê ji aliyê YNK’ê Rêwaz Fayeq, Ziyad Cebar û Rizgar Hacî Heme, ji aliyê PDK’ê jî wê Hêmin Hewramî, Zana Mela Xalid û Rêbwar Yelda beşdarî civînê bibin.”   Hêjayî gotinê ye ku ji beriya niha jî YNK û PDK’ê li ser lihevkirina qanûna hilbijartinê û karkirina Komîsyona Hilbijartinê li hev civiyabûn, lê negihiştibûn encamekê.