Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin 2023-05-19 08:05:01   ŞIRNEX - Cenazeyê endamên HPG'ê Dîcle Yemen  û Mehmet Şakir Alici yên di şerê li Bestayê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo veşartinê birin Wanê û Geverê.    Çend roj berê li herêma Bestayê ya Şirnexê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG'ê de şer derketibû. Di encama vî şerî de endamên HPG’ê Dîcle Yemen (Bawer Gever) û Mehmet Şakir Alici (Dilşêr) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenazeyên zarokên xwe teşhîs kirin. Piştî karûbarên teşhîsê malbatan cenazeyên xwe wergirtin û derketin rê.    Cenazeyê Dîcle Yemen dê li navçeya Geverê ya Colemêrgê û cenazeyê Şakir Alici jî li Wanê bên veşartin.    Li aliyê din hat diyarkirin ku cenazeyê 3 endamên HPG'ê hê jî li morgê hene.