YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir 2023-05-19 08:36:19   COLEMÊRG - YSK’ê îtîraza AKP’ê ya ji bo Colemêrgê red kir. Girseya Partiya Çepên Kesk bi gerandina govendê serkeftina xwe pîroz kirin.    Li Colemêrgê li gorî encamên nefermî yên hilbijartinê, di hilbijartina parlamenteriyê de Partiya Çepên Kesk bi 95 hezar û 810 rayan ji sedî 62,45 bi dest xist. AKP’ê jî bi 31 hezar û 644 rayan ji sedî 20,23 bi dest xist û CHP’ê jî bi 11 hezar 86 rayan ji sedî 7,25 bi dest xist. Li gorî vê encamê Partiya Çepên Kesk her sê parlamenteran jî qezenc kir.    Lê belê namzet û rêveberên AKP’ê yên Colemêrgê li ser hev îtîrazî encamên sindoqan kirin. Her çiqas AKP’ê ji bo wekîlek bi dest bixe serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da jî lê îtîraza wan hat redkirin.    Partiya Çepên Kesk li dijî her cûre û rêbazên dek û dolaban jî nobeda “demokrasiyê” dabû destpêkirin û bi vê biryardarî û baweriya xwe 3 wekîlan mîsoger kir.    PÎROZBAHΠ   Piştî ku daxwaz ango îtîraza AKP’ê hat redkirin, rêxistinên Partiya Çepên Kesk, HDP û DBP’ê yên Colemêrgê li avahiya HDP’ê pîrozbahî li dar xist û govend hat gerandin û dirûşm hatin berzkirin. Xelkê Colemêrgê bi gerandina govendê serkeftina xwe pîroz kir.