ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-19 09:00:48       * Çûyîna gund a dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç ku nexweşa diyalîzê ye bi îddiaya, "Endama rêxistinê ye" hatiye qedekirin.    * Piştî ku hilbijartina serokkomariyê di tûra yekê de bi ser neket, li Mêrdînê qeyûm û qeymeqam yeko yeko li keyayan geriyan. Piştî qeymeqaman, qeyûm û waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş jî gazî keyayan kir.    * Rojnamevanê girtî Îbrahîm Karakaş, diyar kir ku hemû mafên wî hatine astengkirin û ji ber ku Newrozê pîroz kirine der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ceza li wan hatiye birîn.    * Endamê MYK’a HDK’ê Salih Zekî Tombak diyar kir ku tekane rêya xelasiya ji aloziya heyî li welêt guherandina îktîdarê ye û banga çûna ser sindoqan li hilbijêran kir.    * Endamê MYK’a SYKP’ê Halît Elçî diyar kir ku hedefa wan têkbirina faşîzmê didome û got: “Em bêhêvî nîn in. Divê em hemû hêza xwe bixin dewrê da ku Erdogan têk biçe.”    * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku hikumeta ku 22 sal in vî welatî bi rê ve dibe, dixwaze bi dijminatiya kurdan û tifaqa bi faşîstan re gelên Tirkiyeyê konsolide bike û wiha got: “Ji bo Kurdistanê azadî û ji bo Tirkiyeyê jî demokrasî pêwîst e.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 788'emîn de berdewam bike.    * ÎHD'a Stenbolê û Dayikên Şemiyê di çarçoveya Hfteya Windayan de dê Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ên di binçavan de hatin windakirin li ser gorên wan ên li Goristana Gaziyê bi bîr bîne. (12.00)