ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-20 09:00:18   * Abdlhalîm Kirtay ê piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da li dijî lêferzkirina poşmantiyê wiha gotiye, “Ez ê li ser nivînê xwe bimirim, lê ez poşman nabim.” Kirtay herî dawî ev bang li raya giştî kiriye: “Xwedî li girtiyên nexweş derkevin.”    * Li Semsûrê ji ber bendava Koçaliyê ku ji aliyê DSÎ'yê vê tê çekirin, gundên Şexbor, Şenikan, Qarikan û Bûkan tên valakirin. Şêniyên gundan naxwazin  ji gundên xwe derkevin.   * Bazara Kedê ya Jinê ya Silopiyayê ji ber krîza aborî zehmetiyê dikişînee. Esnafên bazarê ji ber ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê hatine asta ku dikanên xwe bigirin.    * Di 17 mehên dawî de li girtîgehan 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Parêzerê ÎHD'yî Ahmet Çîçek diyar kir ku desthilatdarî hiqûqa dijminatiyê pêk tîne û divê dest ji vê cotstandardiyê bê berdan.    * Serokê ÎHD a Şaxa Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye û got ku divê ev yek piştî hilbijartinê di nava rojevên sereke de be.    * Li Cizîrê ev çend roj in komeke birûpoş ku kes nizane kî ne daketine kolanan. Ji şeva hilbijartinê heta niha li taxên Cizîrê ku di bin dorpêça polîsan de ne, her şev sirûda "Mehter"ê û strana "Olurum Turkiye" tê guhdarkirin.    * Bi ser erdhejê re 103 roj derbas bûn lê li Hatayê pirsgirêkên ku mexdûrê erdhejê roja ewil dijîn bi germbûna hewayî zêde dibin û berdewam dikin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 789’an de berdewam bike.    * Dayikên Şemiyê di hefteya 947'emîn de dê çalakiya xwe ya ji bo aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin li dar bixe. (12.00)   * Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a ÎHD’ê û Xizmên Windakiriyan dê li Amed, Êlih û Îzmîrê berdewam bike. (12.00-13.00)     * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê di hefteya 582’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 454’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)    * Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wê li avahiya xwe panelekê li dar bixe. (14.00)   * Amedspor a ku piştî heft salan qedexeya wê ya deplasmanê rabû dê li Îzmîrê bi Menemensporê re bilîze û bi alîgirên xwe re bê bicive. (15.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 94’emîn a Komkujiya Pirsûsê de dê bi daxwaza “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesê edalet” li ser Cadeya Halîtaga ya Kadikoyê daxuyanî bide. (18.00)