Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve 2023-05-20 09:25:51   ŞIRNEX - Hevserokên HDP'a Şirnexê bal kişandin ser provakasyonên ku piştî hilbijartinê ji aliyê polîsan ve tên kirin û gotin ku hin hêzên tarî ji bo ku gelê Botanê di 28'ê Gulanê neçe ser sindoqan û gel çavtirsandî bikin serî li her cure provakasyon û lîstikan didin. Hevserokan bang li gel kir ku berbayê van provakasyonan nekeve û di 28'ê Gulanê de her kes biçe ser sindoqan.   Di 14'ê Gulanê de li Tirkiye û Kurdistanê bi milyonan kes çûn ser sindoqan. Di hilbijartinê de gelek neheqî hatin kirin. Ji herêmên ku herî zêde neheqî lê hatin kirin yek jê jî Şirnex bû. Şêniyên herêmê ku di bin siya polîs, leşker û cerdevanan de dengê xwe bikar anîn, rastî her cureyên êrişan hatin. AKP û alîgirên wê yên ku encama li bendê bûn bi dest nexistin, li gelek cihan êrişî peywirdarên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk kirin. Li herêmê ku Rewşa Awarte lê hatiye ragihandin, serî li gelek provokasyon tê dayîn.    Ji roja hilbijartinê vir ve taxa Nûr û Cûdiyê yên Cizîrê di bin dorpêça wesayitên zirxî de ne. Wesayitên zirxî ku her şev bi karwanî li kolanan digerin sirûda "Mehter"ê û strana "Olurum Turkiyem" (Ez bimirim ji bo te Tirkiye) bi dengekî bilind tê guhdarkirin. Bi vî awayî tê xwestin ku gel tehrîk bibe. Her wiha komeke bi rûpoş û nayê zanîn ka kî ne û polîs pev diçin. Piştî vê polîs, li taxan gaza îsotê direşînin.    Şêniyên ku van taxan dibêjin ku ev kes ji aliyê polîsan ve bi daxwaza rayedarên AKP'ê yên herêmê ve hatine peywirdarkirin.Lê balkêş e ku çapemeniya alîgir û hin bikarînerên medayaya sanal ku alîgerên AKP'ê ne dîmenên ji nêz ve hatine wergirtin belav dikin û kesên di dîmenan de wekî HDP'î binav dikin û HDP'ê dikin hedef.    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Sabuha Akdag û Abdullah Gungen der barê hêzên ku dixwazin li herêmê bibin cihê aloziyê û hewledanên provakasyonan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivin.    'ÇI POLÎTÎKAYEKE QIRÊJ HEBE DÊ BIKIN'   Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen bal kişand ser giringiya hilbijartinê û diyar kir ku herêma Botanê niha bi Rewşa Awarte (OHAL) tê birêvebirin û wiha axivî: "Ev hilbijartin, ji bo me xwedî giringiyeke mezin e. Ev hilbijartin ji bo me hebûn û nebûna tevahiya civakê ye. Ev pergala ceberût ku 20 sal in li ser desthilatdariyê ye tişt nema ku nekir û her cure êriş pêk anîn. Ji van êrişan herî zêde jî herêma me Botanê para xwe girt. Niha li Botanê OHAL heye. Her navçeyeke me, gundekî me di bin dorpêçê de ye. Roja hilbijartinê ku hê encama hilbijartinê diyar nebû hemû çete û alîgirên wan daketin kolanan û bi çekên mezin pîrozbahî kirin. Rewşeke weke darbeyê çêbû. Ev pergal ji bo ku neçe çi polîtîkayên qirêj hebin dê pêk bînin. Me ji roja ewil biryara xwe daye û gotiye li dijî vê pergalê çi bikeve ser milê me bi awayekî demokratîk em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Li Kurdistanê rêjeya herî zêde ya dengan a Kiliçdaroglû bû. Li Şirnexê ji sedî 75 deng ji Kilicdaroglû re çûn. Cara yekemîn e ku di kesayeta Kiliçdaroglû de dengeke wiha ji Kurdistanê derdikeve.Ji bo ku ev zilm û zordestî bi dawî bibe, gel biryara xwe da. Di vê hilbijartinê de gotin,'em ê li hemberî vê zilmê bisekinin.' Bêgûman tişta ku niha tehemûl nakin jî ev e. Ji ber vê jî tişta ku ji destê wan tê dê bikin."   HEWLEDANÊN PROVAKASYONÊ   Gungen anî ziman ku li ser medyaya sanal partiya wan û herêm tê reşkirin û got ku hêzên desthilatdar li herêmê di nav hewldanên provakasyonê de ne û wiha domand: "Niha jî li ser hesabên medyaya civakî bajarê me û partiya me reş dikin. Weke ku ev gel şer dixwaze, bêaramiyê dixwaze û pêvçûnê dixwaze nîşan didin. Li dijî van aloziyan armanceke me heye û ew jî çareserkirina pirsgirika kurd e. Ev tiştê ku niha li vê herêmê çêdibin û dixwazin têxin stuyê me, tu eleqeya me pê re tune ye. Di van rojên dawî de li navçeya me Cizîrê wesayitên wan ê zirxî bi karwanî dikevin nava kolanan û sirûda 'Mehter' û strana 'Olurum Turkiyem' vedikin û gel tehrîk dikin. Bi zanebûn dixwazin ku provakasyonekî derxînin. Kesek ji me ne li hemberî alayê ye û tişteke din e. Çima di vê pêvajoyê de vî tiştî dikin? Şik û gumanên me hene. Niha bi hinceta ku ciwanan kevir avêtine bi seatan taxên me di bin îsota gazê de dihêlin. Ji bo çi, dixwazin pêşî li ber provakasyonê vekin? Em li dijî vê ne. Dixwazin ku van kirinên xwe bi me ve girê bidin û pêşiya hin tiştan bigirin. Lê  teqez em li hemberî van kirina ne. Li dijberî vê ji bo ku ev şer û pêvçûn bi dawî bibe em dixwazin di atmosfereke aram de hilbijartinê derbas bikin. Ev kirin bêyî îradeya vê civakê ne. Bi van kirinan dixwazin civakê ji me dûr bikin. Lê bila gelê me bizanibe ku em tu tiştê ku ew jê aciz in em nakin."    'BILA GELÊ ME BIÇE SER SINDOQAN'   Abdullah Gungen da zanîn ku hin hêzên tarî ji bo ku gelê Botanê di 28'ê Gulanê neçe ser sindoqan serî li her cure provakasyonan didin û got:"Bi van pêkanînan dixwazin çavê gel bitirsinin û nehêlin ku gel biçe ser sindoqan. Roja hilbijartinê jî serî li her êrîşî û listîkan dan lê gel bersiva pêwîst da wan. Ev polîtîkayên wan ku xwestin gel ji sindoqan sar bikin, dê negihîjin armanca xwe. Bila gelê me berbayî provakasyonan neke. Ji bo ku bi ser bikevin ew ê serî li her tiştî bidin. Ji ber ku ev 20 sal in ev zordestî li ser gel tê meşandin. Ji ber ku dizanin ev gel dê di sindoqan de hesab ji wan bipirse. Banga me ji gelê me heye ku biçin ser sindoqên xwe û dengê xwe bi kar bînin. Li dijî vê zilmê divê em destê xwe bidin hev û vê pergalê bişînin.Ji bo ku ev pergala yekzilamî biçe em biçin ser sindoqan."    'DIVÊ GELÊ ME HIŞYAR BE'   Hevseroka HDP'ê Sabuha Akdag jî bal kişand ser provakasyonan û gel hişyar kir ku neyên provakasyonan û ev bang kir: "Em di hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne. Me di tûra yekemîn de desthilatdarî nehilweşand, lê divê gelê me bêhêvî nebe. Em dixwazin jin, dayik û bi taybetî jî ciwanên me li ku bin xwe bigihîjinin sindoqên xwe û dengê xwe bidin. Ji ber ku hêza me heye ku em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Bangawaziya min ji gelê me ew e ku di 28'ê gulanê de xwedî li dengê xwe û îradeya xwe derkeve. Ji bo ku ev nijadperestiya ku bi salan bi dawî bibe divê em biçin ser sindoqan. Hêviya me heye ku ev desthilatdarî hilweşe. Em dikarin bi pêşengiya jinan vê desthilatdariyê bi dawî bikin. Di tûra yekemîn de tevahiya Kurdistanê bersiveke gelek xurt da. Gel ji bo ku ev şerê heyî bi dawî bibe dengê xwe da. Niha di nav hewldanan de ne û li navçeyên me provakasyonan dikin. Ji ber vê jî divê gelê me li dijî van provakasyonan hişyar be û berbayî wan nekeve. Em biçin ser sindoqan û bersiva wan bidin."    MA / Zeynep Dûrgût