Li Hatayê bandorên erdhejê didomin 2023-05-20 10:26:06     HATAY - Bi ser erdhejê re 103 roj derbas bûn lê li Hatayê pirsgirêkên ku mexdûrê erdhejê roja ewil dijîn bi germbûna hewayî zêde dibin û berdewam dikin.    Li Hataya ku erdhejên di 6’ê sibatê de li Mereşê pêk hatin bûn sedema ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û 51 hezar avahî lê xera bibin, pirsgirêkên mexdûrên erdhejê berdewam dikin. Li gelemperiya bajêr mirov nikarin xwe bigihînin ava paqij, alîkariyên kismî ku mexdûrên erdhejê hatin kirin jî kêm bûne.    ZÊDETIRÎ KAVILAN HATIN RAKIRIN    Walîtiya Hatayê ragihand ku navçeyên Defne û Antakyayê di nav de gelemperiyê bajêr ji bilî rakirina avahiyên divê bi lez bên hilweşandin, avahiyên di statuya hebûnên çandinî yên neguhezbar û kargehên ku herî kêm bi mezinahiya hezar metrekareyan û rewşên fizîkî rakirina kavilan hatiye temamkirin.    MOLOZ LI 26 QADAN TÊN RIJANDIN    Piştî qismekî mezin ê kavilan hate veguhestin li bajêr derbasî avahiyên ku xesareke giran gihiştiyê hilweşînin bûn. Hilweşandina ku ji aliyê fîrmayên îhale wergirtine ve bêav tê kirin li taxên ku li navçeyên Samandag, Defne û Antakyayê berdewam dikin. Kavilên avahiyên tên hilweşandin bêyî ku li gorî rêziknameya asbeste tev bigerin, diavêjin qadên depokirinê yên demkî yên hatine diyarkirin.    ÎSTÎMLAQKIRINA BILEZ    Yek pisgirêkeke din a li bajêr jî biryara “Îstîmlaqkirina bilez” a di çarçoveya Biryara Serokkomariyê û Rewşa Awarte (OHAL) de hatiye wergirtine. Li bajêr li gelek gundan bi biryara “îstîmlaqkirina bilez” dest deynin ser erdê welatiyan.    Beriya ku avahiyên xesareke giran gihiştiyê hilweşînin malbat tên agahdarkirin û tevî rîskê jî tişt, bîranîn û pêdiviyan ji malên xwe derdixînin.    BI GERMBÛNA HEWAYÎ BÊHNA NEXWEŞ ZÊDE DIBE   Avahiyên li bajêr hilweşiyan, ên bi mehan vala ne û li kêleka çeman hejmara kêzikan zêde dibin û bi germbûna hewayî behna nexweş zêde dibe. Welatî li dijî xetereya mar û dûpişkan li gundan derdora konên xwe kukurtê dirijînin.    PÊDIVIYA AVA HAZIR ZÊDE BÛ   Pirsgirêka li bajêr a herî mezin jî tamîrnekirina şebekeyên avê ne. Bi germbûna hewayî pêdiviya ava hazir jî zêde dibe û pêdivî nikare bê pêşwazîkirin.    PÊDIVIYA PEDÊN JINAN, PACIKÊ NEXWEŞAN Û MALZEMEYÊN PAQIJIYÊ    Dîsa yek ji kêmasiyên li bajêr ên girîng jî pedên jinan, pacikê nexweşan û malzemeyên paqijiyê ne. Bi sedan mexdûrên erdhejê yên hatin cihê alîkariyê, daxwazên xwe yên lezgîn tînin ziman.    DAXWAZA KONTEYNIR Û VANTÎLATORAN   Dîsa bi germbûna hewayî jiyana di konan de zehmet dibe, welatî ji bo konteynirê serlêdan dikin. Gelek kêm kes digihin konteyniran, malbatên qelebalix bi germbûna hewayî dest bi lêgerîna konekî din kirin. Bi vegera bajêr re pêdiviya konan zêde bû. Li konan bi germbûna hewayî pêdiviya vantîlator û sarincokan zêde bû.    MA / Mujdat Can