22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket 2023-05-20 14:09:53   AMED - Girtî Abdulselam Guler, piştî 30 salan hate berdan. Guler, ê ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazî kirin, wiha got: “Dixwazim hemû hevalên min di demekî nêzîk de bên berdan.”   Abdulselam Guler ê di lîsteya girtiyên nexweş ê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, piştî 30 salan hate berdan. Guler, dema 22 salî bû di sala 1993’yan de li navçeya Pasûr a Amedê hate binçavkirin. Guler ê 50 rojan di bin çavan de ma û îşkenceyeke giran lê hate kirin pişt re hate girtin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ku lê dihate darizandin cezayê hefsê yê muebbedê lê birî.    Guler, di 30 salan de sewqî girtîgehên Amed, Çewlig, Sêrt, Ordû, Bandirmayê hate kirin. Guler ê di vê pêvajoyê de bi gelek nexweşiyan ket, bi nexweşiyên weke dil, tansiyona bilind û bêhn tengiyê re têkoşiya.   NOBETA EDALETÊ    Di çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin bên berdan di 16’ê mijdara 2021’an de li Amedê da destpêkirin û salekê zêdetir berdewam kir de rewşa Guler her tim hate rojevê. Xizmên Guler jî tev li Nobeta Edaletê bûn.    PIŞTÎ 30 SALAN HATE BERDAN   Guler ê tevî hemû hewldanan nehate berdan, piştî cezayê lê hatibû birîn xelas kir îro hate berdan. Guler bi vî awayî ji girtîgeha ku 22 salî ketiyê 55 salî jê derket. Guler ê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê hate berdan, ji aliyê malbata xwe, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulser Yildirim, Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) a Amedê û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Dema Guler ji girtîgehê derket bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Guler, pişt re derbasî mala malbata xwe bû.    GOTINÊN WÎ YÊN EWIL    Guler, ê ji aliyê malbat û xizmên xwe ve bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin wiha got: “Belê ez îro hatim berdan. Li aliyekî keyfxweş im li aliyê din ji bo hevalên xwe yên girtî xemgîn im. Ji ber vê yekê nikarim hestên xwe tam bînim ziman. Dixwazim ew jî di demekî nêzîk de bên berdan.”