Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin 2023-05-20 15:10:00   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku girtiyê nexweş Eyyup Kudîn ê ku ji dilê xwe emeliyata vekirî hatiye kirin û rewşa wî xedar e, bê berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 454’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û destnîşan kir ku ew bi dil û can li gel Dayikên Şemiyê ku hatine binçavkirinê re ne.    EMELIYAT BÛYE LÊ REWŞA WÎ XEDAR E   Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Eyyup Kudîn ê li Girtîgeha Siwêrega Rihayê ya Jimara 2’yan a Tîpa T’yê tê ragirtin. Çevîrmen da zanîn ku Eyyup Kudîn ji sala 2019’an ve girtî ye û wî di sibata 2023’yan de li girtîgehê krîz dil kiriye û rakirina Nexweşxaneya Perwredehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê û li vir emeliyata dil a vekirî bûye. Çevîrmen diyar kir ku her çiqas ji bo tedawiya Kudîn cezayê wî 3 mehan hatibe taloqkirin jî di 28’ê nîsana 2023’yan de dîsa şandine girtîgehê. Çevîrmen anî ziman ku dê mafê jiyanê yê Kudîn li girtîgehê were binpêkirin û ew dixwazin Kudîn were berdan û di şertên baş de bê tedawîkirin.