Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn 2023-05-20 16:17:14   STENBOL - Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanî dorpêç û zextên polîsan dan û gotin biryara AYM’ê ya “binpêkirinê” nayê nasîn.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, Dayikên Şemiyê û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) têkildarî binçavkirina Dayikên Şemiyê û tevî biryara binpêkirina ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a li ser Qada Galatasarayê heye jî lê dorpêça polîsan didome, li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî dan.    TEVÎ QEDEXEYÊ JÎ QEDEXE DIDOME    Masîde Ocak di daxuyaniyê de axivî û bi bîr xist ku li gel biryara AYM’ê jî binpêkirina Qada Galatasarayê didome û got: “6 hefte ne me dayikên şemiyê kelemçe dikin û dikin binçavan. Em dixwazin sedemê vê hîn bibin. Hûn hemû jî me baş nas dikin. Me heta îro xesarê nedaye kesekî û tiştekî. Lê gelo çima ewqas şidet li me tê kirin? Em dixwazin hûn viya eşkere bikin. Em dixwazin ku hûn bi kîjan qedexeyê me asteng dikin û me dixin binçavan. Em dixwazin qeymeqamtî û walîtî daxuyaniyê bidin.”    POLÎSAN ÊRIŞÎ DAXUYANIYÊ KIR    Dayika girtî Selvî Gulmez di kêliya ku got, “Heke tu dewlet bî dewletiya xwe bike, em zarokên xwe dixwazin” polîsan girseyê dorpêç kir. Paşê polîsan rojnamevanan jî ji cihê çalakiyê daf dan û dûr kirin.    Li ser vê yekê girse derbasî hundirê ÎHD’ê bû û civîna çapemeniyê li dar xist.    POLÎS BIRYARA AYM’Ê NAS NAKIN    Rêvebera ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn binçvakirina dayikan û aktîvîstan a li Qada Galatasarayê bi bîr xist û destnîşan kir ku polîs biryara AYM’ê nas nakin.    Dayikên Şemiyê û aktîvîstên mafên mirovan ên vê hefteyê hatin binçavkirin: “Hanîfe Yildiz, Besna Tosûn, Alî Ocak, Sebla Aran, Hasan Karakoç, Îrfan Bîlgîn, Leman Yûrtsever, Hunkar Hudaî Yûrtsever, Nazim Dîkbaş, Taylan Bekîn, Gulseren Yoleri, Eren Keskîn, Umît Efe.”     Hat zanîn ku binçavkiriyan birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.