13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan 2023-05-20 18:24:48       STENBOL- 13 kesên ku li Qada Galatasarayê ji bo li aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin bipirsin li hev kom bûn û polîsan ew binçav kiribûn, hatin berdan.    Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 947'an de ji bo li aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. Polîsan cardin êrişî wan kir û ew binçav kirin.   Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) a Şaxa Stenbolê Umît Efe, Besna Tosûn, Alî Ocak, Sebla Aran, Gulseren Yolerî, Hasan Karakoç, Îrfan Bîlgîn, Leman Yûrtsever, Hunkar Hudaî Yûrtsever, Nazim Dîkbaş û Taylan Bekîn hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Kesên binçavkirî piştî îfadeya li mdiûriyeta polîsan serbest hatin berdan.