Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû 2023-05-20 19:17:24       NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Iraqê carekê din bi guleyan êriş birin ser xelkê Mexmûrê. Di êrişê de welatiyek birîndar bû.    Hêzên Iraqê careke din bi çekan êriş birin ser xelkê Wargeha Mexmûrê. Xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di gulebarana hêzên Iraqê ya li ser xelkê Mexmûrê de ciwanek birîndar bû û ew rakirine nexweşxaneyê.   Hat ragihandin ku ciwanê birîndar bûye navê wî Ehmed Emer Mijînî ye.   Hikumeta Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê girtine û dixwazin derdora wê bi têlan dorpêç bikin.   Xelkê Wargeha Mexmûrê ji serê sibehê ve li dijî hewildanên dorpêçkirin û têlkirina wargehê li pêşiya hêzên Iraqê di nava çalakiyê de ne û nahêlin hêzên Iraqê bikevin wargehê de.   Hêzên Iraqê dema ku dîtin gel ji berxwedanê paşde gav na avêje, serî li rêbazên tundiyê dan û bi çekan êrişî gel kirin. Gel jî bi kevir û dirûşmeyan bersiva hêzên Iraqê dan.   Li dijî êrişên çekdarî yên hêzên Iraqê, berxwedana xelkê Mexmûrê bê navber berdewame.