ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN 2023-05-21 09:00:16   * Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya, diyar kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de desthilatê hejandine û bi temsîliyeteke mezin a jinan çûne meclisê û wiha got: "Me di tûra ewil de ew hejandin. Em ê di tûra duduyan jî de bi wan bidin windakirin."   * Li Semsûrê bi hatina biharê re welatiyan dest bi çandina tûtinê kir. Cotkar û karkeran bal kişandin ser krîza aborî û astengiyên li ber tûtinê û gotin ku hatine wê astê ku êdî nikarin debara xwe bikin.   * Parlamentera Partiya Çepên Keskan a Şirnexê Newroz Ûysal diyar kir ku hilbijartinên tûra 2'yemîn ji bo demokrasiyê derfetek e û bang li her kesî kir ku di 28'ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.   * Aborîzan Mûstafa Sonmez diyar kir ku ji ber ku gel ber bi zêr û dowîzan ve çûye bake bi krîza pereyê naqît re rû bi rû mane û wiha got: "Ger di 28'ê Gulanê de Kemal Kiliçdaroglû bi ser bikeve, wê li Tirkiyeyê atmosfereke aram çêbibe. Lê ger siyaseta yekzilamî bi ser bikeve, wê pirsgirêkên aborî yên cidî rû bidin."    * Şemzînaniyan diyar kir ku hemû hîle û xurdeyên AKP'iyan pûç kirine û kirine 3-0 û ji bo tûra duduyan a hilbijartinê jî destnîşan kirin ku çi ji destê wan bê wê bikin.   * Prof. Denis O’Hearn diyar kir ku bi qutkirina peywendiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi dinyayê re dê çareseriyek pêş nekeve û wiha got: “Ocalan, li Ewropayê kesayetekî populer e. Fikrên wî ji bo civakan talûke nînin. Divê civak ji van fikran re bibêje ‘tu bi xêr hatî.’”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 790’an de berdewam bike.