Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin 2023-05-21 09:03:01   AMED - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya, diyar kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de desthilatê hejandine û bi temsîliyeteke mezin a jinan çûne meclisê û got: "Me di tûra ewil de ew hejandin. Em ê di tûra duduyan jî de bi wan bidin windakirin."    Di hilbijartinên 14'ê Gulanê yên serokkomarî û parlamenteriyê de partiya ku herî zêde parlementerên jin şandin meclisê, Partiya Çepên Kesk bû. Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de 31 parlamenterên jin şandin meclisê.    Ji kesên ku nû hatin bijartin yek jê jî Adalet Kaya ye. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya têkildarî pêvajoya hilbijartinê û tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê axivî.    'ME ERDOGAN HEJAND Û BI SER NEKET'   Kaya, destnîşan kir ku piraniya gel çûye ser sindoqê û got ku di dema xebatên hilbijartinê de gel bi awayekî zelal doza guherandina rejîmê kiriye. Kaya, bi lêv kir ku li hemberî polîtîkayên çewisandinê, krîza aboriyê û rastiya şer gel bi awayekî zelal daye der ku vê desthilatê naxwazin û wiha domand: "Em bi îdiaya ku dê hilbijartin di tûra ewil de biqede xebitîn. Lê di halê hazir de me Erdogan hejand, sekinand û nehişt bi ser bikeve."    Kaya,bal kişand ser nelirêtiyên roja hilbijartinê hatine kirin û wiha got: "Ev jî rê me didin ku polîtîkayeke pir xasûk û sîstematîk meşandine û dimeşînin. Ev pir girîng e, gava em li qadê bûn hevrikê me ne partiyek bû, me li hemberî hemû organên dewletê kampanyayek bi rê ve bir. Lewma di atmosfereke ev qas neadil û çewisîner de, divê asta me ya eyî biçûk neyê xistin. Me ew dan sekinandin. Lê wê tûra duduyan ji paşveşandinê û avakirina zemîneke ji bo jiyana nû be."    'RÊXISTINÊN JINAN Û TÊKOŞÎNA ME LI PIŞTA ME YE'   Kaya, destnîşan kir ku ew wekî mîrateya tevgera jinê ya kurd û tevgera jinê ya feminîst a Tirkiyeyê tevdigerin û û got ku kevneşopiya partiyên wan ji zû de ye bi hemû mekanîzmayên xwe ji bo temsîliyeta wekhev têdikoşin.   Kaya, wiha domand: "Me, ji partiyên din cudatir di nava xwe de wekheviya jin-mêran pêk aniye. Em 31 jin diçin parlamentoyê. Ev jin hemû bi salan di nava têkoşîna jinê û rêxistinên jinan de ne û li qadê xebitîne û baweriya xwe bi paradîgmaya azadiya jinê anîne. Lewma em bi israr vî tiştî dibêjin; belê, dibe ku em bi hejmar 31 jin li wir bin, lê rêxistinên me û têkoşîna me jinan li pişta me ne. Em ê li wir bi awayekî pir cuda bitêkoşin."    Kaya, bi domdarî bilêv kir ku arîtmetîka parlamentoya niha "bêwesf" e û got ku armanca wan ew e ku feraseta mêrserweriyê ya li wir, feraseta îslamparêzên tundraw, feraseta faşlîst û nijadperest bidin sekinandin û paşde bibin.    Kaya, bal kişand ser Beyannameya Jinê ya Partiya Çepên Kesk jî û got ku ew ê bi paradîgmaya azadiya jinê ji bo jinûveavakirinê bixebitin.    'TÛRA DUDUYAN HERÎ ZÊDE JINAN ELEQEDAR DIKE'   Kaya, bal kişand ser tûra duduyan a hilbijartinên serokkomariyê ku dê di 28'ê Gulanê de çêbibe û got ku tûra duduyan herî zêde jinan eleqedar dike. Kaya, got "paşvexistina faşîzmê ji bo me jinan û kurdan pir girîng e" û wiha domand: "Em dixwazin em pêşî vî yê xirab bişînin. Em pêşî vî bişînin, paşê em ê zemîna 'em ê ya baş çawa biafirînin' ava bikin."    Kaya, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jinan kir: "Jiyaneke baş, jiyaneke tundî têde tune û jiyaneke li erdnîgariyeke bêşer mafê me ye. Mafê perwerdehiyeke bi zimanê zikmakî mafê ciwana ye. Ji bo afirandina zemîna van mafan em dixwazin bi ser bikevin. Em armanc dikin ku edalet û hiqûq bigihên hev, daraz serbixwe bibin û mafên gerdûnî tecelî bikin. Em baş in, em mafdar in, têkoşîna me pir rewa ye û em ê bi ser bikevin û bi wan bidin windakirin. Divê her kes dengê xwe bi kar bîne û yên bi kar neanîne jî qaneh bikin. Em ê dengê xwe ji bo guherandina pergalekê bidin. Divê em bi hev re ferasetên ku jiyanê li me kirine dojeh bişînin."    MA / Eylem Akdag - Cengîz Ozbasar