Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin 2023-05-21 09:07:12   COLEMÊRG -  Şemzînaniyan diyar kir ku hemû hîle û xurdeyên AKP'iyan pûç kirine û kirine 3-0 û ji bo tûra duduyan a hilbijartinê jî destnîşan kirin ku çi ji destê wan bê wê bikin.    Li Colemêrgê li gor encamên nefermî, her sê namzetên Partiya Çepên Kesk bûn parlamenter. Partiya Çepên Kesk, li bajêr 95 hezar û 810 deng, AKP 31 hezar û 644 dengan, CHP jî 11 hezar û 86 deng wergirtin. Di hilbijartina serokkomariyê de jî namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 72,32'yê dengan wergirt û namzetê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan jî ji sedî 24,64'ê dengan wergirt û namzetê Tifaqa Atayê Sînan Ogan jî ji sedî 2,74'ê dengan wergirt û Mûharrem Înceyê ku beriya hilbijartinê daxuyandibû ku dest ji namzetiya serokkomariyê berdide jî ji sedî 0,30'yê dengan wergirt.    Li Colemêrgê piştî ku herê sê namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk bi ser ketin, AKP'ê li ser hev du îtiraz kir. AKP, ji bo parlamenterekî bi dest bixe hemû derfetên xwe seferber kir û ji bo hemû sindoqan serî li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan da. Îtirazên AKP'ê hemû hatin redkirin.    Şemzînaniyan têkildarî mijarê diyar kirin ku lîstikên AKP'ê pûç kirine û gotin ku dê di tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê de pergala heyî biguherînin.    Fahrî Geylanî destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'yan ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn pir girîng bûn û li Colemêrgê û navçeyên wê barê ku ketiye ser milê wan bi awayekî serketî hilgirtine. Geylanî bibîr xist ku parlementerê ku di heyama 27'an a meclisê de ji dest wna çûbû, di vê hilbijartinê de cardin bi dest xistine û got: "Piştî heyamekê me her sê parlementer jî bi dest xistin. Lewma em hemû kesan pîroz dikin. Ji lew re her kesî ked da. Me 3 rojan ji bo dengên xwe nobed girt. Dê her sê namzetên me yên ciwan bibin wesîleya azadî, aştî û yekîtiyê."    'EM SERBILIND IN'   Omer Satici jî bilêv kir ku ji ber ku her sê namzetên bajêr jî kirine parlamenter kêfxweş in û got: "Me sê rojan nobed girt û me nehişt dengên me bên dizîn. Berxwedana me bi ser ket. Li bajarekî mirov bike 3-0, ev ne tiştekî hêsan e. Lewma em serbilind in. Ji bo siberojeke baştir êdî dema guherandina vê pergalê hatiye."    Satici bal kişand ser tûra duduyan jî û got ku ew ê di vê tûrê de jî ji bo guherandina pergalê biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû. Satici wiha got: "Helbet em dixwazin serokkomarê bê hilbijartin di warê krîza aborî, perwerdehiya zimanê zikmakî û gelkek tiştên din de bibe cihê guherîn û çareseriyê. Ger ev guherîn çênebe, em gelê kurd em ê hesab ji wan bipirsin."    'DIVÊ EM VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN'   Mûsa Yilmaz jî diyar kir ku diyar kir ku li Colemêrgê tu parlementer bi dest partiyên din de bernedane û her sê namzetên partiya Çepên Kesk şandine meclisê. Yilmaz ji bo tûra duduyan got ku çi ji destê wan bê dê bikin û got: "Em dixwazin êdî derfetên kar jib o ciwanan bên peydekirin, em dixwazin zextên li ser kurdan bi dawî bibin. Heya niha em di bin polîtîkayên çewisîner ên desthilatê de bûn. Gelê kurd êdî doza jiyaneke azad dike. Em ê di tûra duduyan de cardin dengê xw ebidin Kemal Kiliçdaroglû. Hêvîdar im Kiliçdaroglû bi ser bikeve. Dengek jî dengek e û ji bo me pir girîng e. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin. Divê em di vê hilbijartinê de vê pergalê biguherînin."    Cabbar Taş jî bal kişand ser nelitêrî û manîspulasyonên di hilbijartinê de hatin kirin û got ku ger di tûra duduyan de xwedî li sindoqan neyê derketin dê AKP diziya xwe bidomîne. Taş eşkere kir ku dê di tûra duduyan de dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.    BANGAWAZÎ   Fethî Karakoç got: "Bila jibîr nekin em neviyên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî ne. Ew çi qas hîle û xurdeyan bikin jî dê berxwedana gelê kurd bidome. Em yeqîn dikin ku em ê di tûra duduyan de bi ser bikevin û wê bibe wesîleya aştî, wekhevî û azadiyê." Karako bang li her kesî kir ku di tûra duduyan de biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin.    MA / Mazlûm Engîndenîz