Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide 2023-05-21 10:10:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku li dijî dorpêça heyî li ber xwe didin gotin ku ew bi tu awayî dê teslîmiyetê qebûl nekin.    Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku gelek caran rastî êrişên hewayî yên dewleta tirk tê, ji duh serê sibehê heta niha di dorpêça artêşa Iraqê de ye. Yekîneyên taybet ên artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî dor li wargehê girtin û xwestin ku dora wê bi têlên dirêhî bigirin û li hinek cihan jî noqteyan deynin. Lê belê şêniyên wargehê li dijî vê derketin. Di encama êrişa leşkerên Iraqê de kesek birîndar bû û berxwedana şêniyan di roja duyemîn de didome.    ‘EM TESLÎMIYETÊ QEBÛL NAKIN’   Yek ji şêniyên ku li dijî hewldanên artêşê di eniyên herî pêş ên berxwedanê de cih digire jî Hacer Kara ye. Kara, wiha dibêje: “Hikûmeta herêmê û alîgirên wê, dixwazin Mexmûrê bi têlên direhî dorpêç bikin. Ev 4 sal in li ser me ambargo heye. Ez ji Wargeha Mexmûrê bang dikim; bila her kes li ber xwe bide. Divê nerazîbûnê nîşanî vê zilmê bidin. Ev 30 salan jî li vir bisekinin dîsa jî em ê li ber xwe bidin û tu carî dev jê bernedin. Em, teslîmiyetê qebûl nakin.”   BANGA YEKITIYÊ   Ji welatiyan Abdullah Oy jî got ku heta niha jî bi hikûmeta Iraqê re tu pirsgirêk nejiyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmetê, li ser zextên Tirkiyeyê hewl da wargehê dorpêç bike. Ev bû 30 sal em li vê derê ne. Em li vir ji bo welat û xaka xwe têdikoşin. Lê dijminên me dixwazin aramiya me têk bibin. Weke xelkê herêmê me heta niha tu carî tawîz nedan û dê ji vir û şûnde jî nedin. Em ji ber zilma dewleta tirk reviyan û hatin vê derê. Niha jî dixwazin dora me bi têlên dirêhî dorpêç bikin. Em vê qebûl nakin. Ji xwe ev demekî dirêj e em di dorpêçê de ne. Ev têl, hewldana duyemîn a ambargoyê ye. Divê hemû kurd li dijî van êrişan bibin yek. Erdogan dixwaze gelê kurd tune bike. Bi taybet jî dixwaze herêmên welatparêz lê zêde tesfiye bike. Divê hemû kurd li dijî vê neheqiyê bi destên hev bigirin û bertek nîşan bidin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê dev ji berxwedana xwe bernedin.”    'HIKÛMETA IRAQÊ JI BO ME TU TIŞTEK NEKIR’   Eyşê Roboskî jî tevî hevjîn û zarokên xwe li dijî dorpêçê li ber xwe dide. Roboskî jî bi van gotinan berteka xwe nîşan dide: “Tevî zarokên xwe tev li berxwedanê bûm. Em ê kampa Mexmûrê teslîm nekin. Dê li dijî vê derhiqûqiyê têbikoşin. Dixwazin dora me bi têlan bigirin. Hikûmeta Iraqê heta niha ji bo me tu tiştek nekir û neda me. Em li gorî derfetên xwe li çareseriya xwe dinêrin. Em ê ji vir û şûnde jî wisa bikin.”