Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin! 2023-05-21 10:19:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Hêzên Bejahî yê Artêşa Îranê da zanîn ku ji bo tesfiyekirina hêzên kurd dê li hemwelatiyên Iraqê çekan belav bikin û di vê mijarê de bi hikûmeta Iraqê re lihev kirine.    Fermandarê Hêzên Bejahî yê Artêşa Îranê Muhammed Pakpurî ji bo Ajansa Tasnîmê axivî û got ku wan bi Hikûmeta Iraqê re lihev kiriye. Muhammed Pakpurî da zanîn ku wan ji bo ku çekan li hemwelatiyên Iraqê belav bikin û hêzên kurd ên li dijî rejîma Îranê tesfiye bikin lihev kirine.    Muhammed Pakpurî wiha got: “Hêviya me ew e ku hikûmeta Iraqê peywira dikeve ser milê xwe pêk bîne û ji bo vê hewl bide. Heke ev peyman neyê cîbicîkirin, dê êrişên hêzên Muhafizên Şoreşê yên Îranê yên li dijî navend û baregehên van hêzan bidomin.”   Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema protestoyên Îranê de Muhafizên Şoreşê yên Îranê bi maşok û SÎHA’yan êrişî navend û baregehên partiyên kurd ên li Îranê kirin. Îran îdia dike ku partiyên kurd protestoyên li Îranê didomînin û bi rêyên derqanûnî çekan tînin welêt. Lê heta niha jî hikûmeta Îranê ev îdiayên xwe îspat nekiriye. Partiyên kurd jî van îdiayan red dikin.