Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome 2023-05-21 10:24:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê Wargeha Penaberan a Mexmûrê dîsa dorpêç kir. Şêniyên wargehê jî li dijî hewldana dorpêçê li ber xwe didin.    Artêşa Iraqê duh di saetên sibehê de bi hêzekê mezin hate Wargeha Penaberan a Mexmûrê. Artêşê, xwest ku dora wargehê bi têlên direhî bigire û li dora wargehê noqteyan deyne. Şêniyên wargehê jî li dijî vê hewldanê bertek nîşan dan. Artêşa Iraqê ji ber bertekên gel neçar ma ku dih xwe vekişîne. Lê belê artêşê îro dîsa dora wargehê girt û welatiyan jî dest bi çalakiyan kirin.