Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat 2023-05-21 12:10:30   RIHA - Jina bi navê Ceylan Demîr da zanîn ku ji bo guherandina navnîşana xwe çû midûriyeta nifûsê, kêra xwe teslîmî polîsan kir û dema kêra xwe xwestî, ji hêla polîsan ve hate derbkirin. Demîr wiha got: “Di dema binçavkirinê de jî lêgerîna tazî li min ferzkirin û hatim tacîzkirin.”     Jina bi navê Ceylan Demîr a 36 salî ku dayika zarokekê ye, li Rihayê rastî îşkenceya polîsan hat. Bûyer di 19’ê gulanê de dema Demîr ji bo guherandina navnîşana xwe çûy Midûriyeta Nifûsê ya Rihayê pêk hat. Li gorî îdiayê; Demîr çû Midûriyeta Nifûsê ya Navçeya Halîliyê û kêra li cem xwe radestî polîsan kir. Dema derketî jî kêra xwe xwest lê polîsan neda. Demîr jî li dijî vê rewşê derket û ji ber vê sedemê rastî heqaretên devkî û êrişa fîzkî ya 2 polîsên zilam û polîseke jin hat. Demîr, li midûriyeta nifûsê hate binçavkirin, şevekê li Qereqola Polîsan hate ragirtin û duh jî sewqî Edliyeya Rihayê hate kirin.    BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ HATE BERDAN   Demîr, bi îdiayên “Muqavemeta li dijî polîsan” û “Hewlda bi çekê (kêr) bikeve avahiya Midûriyeta Nifûsê” îfade da. Piştî îfadeyê jî bi daxwaza ku bi şertê kontrola edlî were berdan, sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Dadgeriyê jî îfadeyê Demîr girt û bi şertê kontrola edlî berda.    GILÎ KIR    Demîr, çû nexweşxaneyê û rapora derbkirinê girt. Demîr, li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê polîsan kir.    3 POLÎSAN DERB KIR   Demîr, têkildarî bûyerê bi ajansa me re axivî. Demîr, wiha qala bûyerê kir: “Navnîşana min xelet hatibû nivîsandin û ez jî ji bo were sererastkirin çûm midûriyeta nifûsê. Ji bo ku kirariyên min bên temamkirin çûm nifûsê lê bi sedema ewraqên kêm ez şandim şaredariyê. Ez sê caran ketim midûriyeta nifûsê û derketim. Di her carê de jî ji cîhazê X-Rayê re derbas bûm. Di cara sêyan de dema derbas dibûm, polîsê li wir disekinî xwest ku ez telefona xwe deynim. Li ser min kêrek hebû lewma deng ji cîhaz dihat. Min jî kêr derxist û nîşanî polîs da. Wî jî danî di qaseyê de. Dema karê min qediyayî û derdiketim, min kêra xwe jê xwest. Lê polîsan ji min re gotin; ‘sûc e ku tu vê kêrê li ser xwe digerînî’ û nedan. Min jî got; ‘heke sûc be çima li her deverê tên firotin?’ Li ser vê yekê polîsan heqareta ‘tu kêm aqilî’ kirin. Ji ber vê jî di navbera me de nîqaş derket. Du polîsên zilam û polîseka jin ez xistim odeyekê û li wir li min xistin. Bi taybet jî birin odeya ku kamera lê tune bû û li min xistin. Piştre jî hinek polîs ji qereqolê hatin, ez binçav kirim û birin Qereqola Sarayonuyê.”    ‘JI BER KU DEWLET ME NAPARÊZE LEWMA LI SER XWE KÊRÊ DIGERÎNIM’    Bi domdarî Demîr diyar kir ku ji bo xwe biparêze her tim kêrê li ser xwe digerîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hewcehî pê dibînim ku li ser xwe kêrê bigerînim. Nîşana xwîşka min xera bûbû û di vê mijarê de meseleyeke me heye. Me ji wê rewşê berpirsyar dibînin. Beriya niha me ji ber vê rewşê gilî kiribû. Polîsekî got; ‘heta cînayet çênebe em nikarin tiştekî bikin.’ Ez mereq dikim bê ka dema ez ketim gorê dê îfadeyê min çawa bigirin. Lewma min jî li ser xwe kêr gerand. Dewlet, jinan naparêze. Heke dewletê biparasta dê 3 polîsan li min xista. Ez nebawerim ku têm parastin. Heke polîsek gotina ‘heta cînayet çênebe em nikarin tiştekî bikin’ ji min re bike û îfadeyê negire, wê demê ez neçarim ku edaletê xwe bi xwe pêk bînim. Ji ber ku edalet tune ye.”    GEFA ‘TIŞTEK BI POLÎS NABE LÊ TU DÊ BIŞEWITÎ’   Herî dawî jî Demîr ev tişt anî ziman: “Dema ez anîm edliyeyê, polîsekî ji min re got; ‘Heke tu ji wan polîsan lêborînê bixwazî dê ev mijar bê girtin.’ Zext li min kirin ku lêborînê bixwazim. Polîsekê din jî ji min re got; ‘Heke dixwazî tu gilî neke. Heke tu giliyê wan bikî û di dozê de bi ser jî bikevî dê tiştek bi wan nebe. Lê tu dê bişewitî.’ Bi vî awayî gef li min xwarin. Tiştên bi serê min hatin hem îşkenceya derûnî hem jî ya fîzîkî ye. Di dema binçavkirinê de bi darê zorê lêgerîna tazî kirin. Hatim tacîzkirin. Mafê polîsên li midûriyeta nifûsê li min xistin tune ye ku destê xwe biavêjin cihên min ên taybet. Baweriya min a bi edaletê nema ye. Tenê heke hemû jin bên ba hev dikarin dawî li vê zilmê bînin.”    MA / Omer Akin - Rûkiye Adiguzel