Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome 2023-05-21 13:30:57   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de berdewam dike. Malbatê ev peyam parve kir: “Em ê dev ji parastina heqîqet û edaletê bernedin.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de berdewam kir.   Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Dîrok şahid e ku me dev ji parastina heqîqet û edaletê berneda. Em ê dev jê bernedin.”