Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin 2023-05-21 14:04:48     ŞIRNEX - Di encama pevçûnên li Herêma Bestayê de 3 endamên HPG/YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Cenaze ev 5 roj in li nexweşxaneyê tên sekinandin û li benda teşhîskirinê ne.    Di 16’ê gulanê de li Herêma Besta ya Şirnexê di navbera artêşa tirk û endamên HPG’ê de pevçûn derket. Di pevçûnan de 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin û 5 endamên HPG/YJA Starê jî jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku cenazeyên 2 endamên YJA Starê û endamekî HPG’e li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li benda teşhîskirinê ne. Hate diyarkirin ku endamên YJA Starê ji Amedê û endamê HPG’ê jî ji Rihayê ye.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku cenaze ev 5 roj in li nexweşxaneyê tên sekinandin û li benda malbatan e ku cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin.    Di 19’ê gulanê de jî cenazeyên endamên HPG’ê Dîcle Yemen (Bawer Gever) û Mehmet Şakir Alici (Dilşêr) ji hêla malbatên wan ve hatibûn teşhîskirin û definkirin.