Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator 2023-05-21 14:55:00   STENBOL - Hevserokê CDK-F’ê Abdullah Olmez da zanîn ku eleqeya ji bo sindoqê ya li Fransayê li gorî tûra yekemîn zêdetire û wiha got: “Ji bo rê nedin dîktator û hilweşandina pergala faşîzmê, herin ser sindoqê.”    Dengdayîn a ji bo hilbijartina serokkomariyê ya li derveyî welat berdewam e. Eleqeya hilbijêrên li Fransa, Swîsre, Almanya û Polonyayê ya ji bo tûra duyemîn li gorî tûra yekemîn zêdetire. Di roja ewil de li Fransayê 69 hezar kes çûn ser sindoqê. Hevserokê Navenda Demokratîk a Kurd - Fransayê (CDK-F) Abdullah Olmez da zanîn ku ji bo hilbijêran di tûra duyemîn de bibin ser sindoqan dest bi xebatan kirine.    'DÊ KURD DIYARKER BIN’   Olmez, da zanîn ku xebatên wan heta astekî pêş ketine û wiha domand: “Bêzariya hefteya ewilî êdî nema. Ber bi sindoqan ve herikînek heye. Duh di asteke dîrokî de deng hatin dayîn. Duh li seranserî Fransayê 69 hezar deng hatin dayîn. Li Parîsê 23 hezar deng hatin dayîn. Gelê kurd dê qedera hilbijartinê diyar bike. Ji bo ku kurd neçin ser sindoqê jî her tiştekî dikin. Bi taybet jî Erdogan ji bo vê pir hewl dide. Divê kurd û elewî guh nedin û biçin ser sindoqan. Wisa hêsan nîne ku kurdan li derveyî mînderê bihêlin. Mimkin nîne ku îradeya kurdan bişikînin.”    'EM RÊ NADIN DÎKTATOR’   Bi domdarî Olmez anî ziman ku gelê kurd dê hem li Kurdistanê û hem jî li Ewropayê biçe ser sindoqan û wiha derbirî: “Hem yên ditirsin ku bi kurdan re hevdîtinê bikin û hem jî yên dixwazin kurdan ji sindoqan dûr bixin dê têk biçin. Mîna tûra ewil dê kurd di vê tûrê de jî ji bo rê li ber dîktator bigirin û pergala faşîst hilweşînin biçin ser sindoqan.”   Berpirsyarê Parîsê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Mûsa Aytaç jî bi lêv kir ku li gorî 14’ê Gulanê tevlibûneke pir xurt heye û wiha pê de çû: “Sedema vê jî ew e ku gel hêj nû bi girîngiya hilbijartinê hesiya. Em ê yan demokrasiyê yan jî şerîatê hilbijêrin. Di tûra ewil de nêzikatiyeke ‘ji xwe em ê bi sr kevin’ hebû. Lê xelkê niha dît bê ka dê bedelekî çiqas giran bide. Lewma eleqeyeke mezin heye. Divê her kesê ji welatê xwe hez dike yekser biçe ser sindoqan.”    BANGA DENGDAYÎNÊ    Welatiyên bi navên Zehra Karakoç, Serpîl Kartal ê Nesîmî Kartal ên li Parîsê dengê xwe dan û welatiya bi navê Yonca Kara ku li Malbourn a Awûstûryayê dengê xwe dayîn jî diyar kirin ku ew ji bo edalaet û demokrasiyê dengê xwe didin û bang li her kesî kirin ku biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.