Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da 2023-05-21 15:04:26   ZONGULDAK - Zarokê 2 salî ku li Zonguldakê ji hêla Furkan Sevînç ve hatibû tecawizkirin, jiyana xwe ji dest da.    Zaroka 2 salî ya li navçeya Çaycuma ya Zonguldakê ji hêla Furkan Sevînç ve hatibû tecawizkirin, jiyana xwe ji dest da. Sevînç ê ku tecawizî zarokê kir, piştî karûbarên li midûriyeta emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin û bi sedema “îstîsmara zayendî ya biwesf” û “Hewldana kuştinê ya bi qesdî ya li dijî kesên ne di asta xweparastinê de” hatibû girtin. Zaroka rastî tecawizê hatî jî ji bo tedawiyê rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Bulent Ecevît û li beşa lênihêrîna awarte dima. Hat zanîn ku tevî hemû hewldanan jî zarokê jiyana xwe ji dest da.    Di çarçoveya lêpirsînê de dayik M.O. û hevalê wê M.G. ku tê gotin têkiliya wan bi bûyerê re heye hatibûn binçavkirin û karûbarê îfadegirtinê yê li emniyetê hêj didome.