Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’ 2023-05-21 16:03:19   ÎZMÎR - Li Îzmîrê bi boneya bîranîna pêşengên şoreşger ên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn bernameya bîranînê hat lidarxistin.    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi boneya “Şehîdên Meha Gulanê” bernameya bîranînê li dar xistin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina HDP’a Îzmîrê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî tev li bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî pêşengên şoreşger Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Onen, Mahmût Zengîn, Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, Huseyîn Aslan û Yûsûf Înan hatin bibîranîn.    Bername piştî pêşandana sînevîzyonê û axaftinan bi dawî bû.