Dag û Er: Îşkence li me tê kirin 2023-05-21 18:36:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne diyar kirin ku ji bo ew li dijî cilên yek tîp derketine îşkence li wan hatiye kirin.    Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê Tîrmeha 2019'an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiya Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan di êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Mazlûm Dag û Abdrrahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.    Mazlûm Dag bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û behsa binpêkirinên li girtîgehê kir. Dag ji malbata xwe re ragihand ku hêzên PDK’ê îşkenceya fizîkî li wan dikin û wiha got: “Lêgerînên kêfî tên kirin. Tundiya fizîkî û heqaretan li me dikin. Du sê hefte berê sepana cilên yek tîp li me ferz kirin. Me qebûl nekir. Ji me re gotin em ê mafên telefon û revîrê ji destê we bigirin. Gotin em ê we bixin odeyên yek kesî.”     Malbata Dag diyar kir ku ew ji 14’ê gulanê şûn ve bi lawê xwe re neaxivîne û ji jiyana wî fikaran dikin.