Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn 2023-05-21 21:06:12   STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anîn û soza ku dê têkoşîna şoreşgeran bidomînin da.   Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bîranîna Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Necmî Oner û şoreşger û welatparêzên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane li avahiya HDP’a Navçeya Bagcilara Stenbolê bîranîn li dar xistin. Rêveberên MA-TUHAYDER, ANYAKAYDER, HDP, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn.    Li cihê çalakiya bîranînê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji cangoriyên meha gulanê Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya û pankarta “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatin daliqandin.    SOZA BERDEWAMIYA TÊKOŞÎNÊ    Bîranînê ji bo cangoriyan bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna şoreşgerên kurd û tirk dike hat nîşandan. Bi nîşandana sînevziyonê re dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.    Paşê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê axivîn û destnîşan kirin ku di meha gulanê de gelek şoreşgerên kurd û tirk hatine qetilkirin û ciwanan soza berdewamiya têkoşîna şoreşgeran dan.    Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mûrat Kalmaz li ser navê ciwanan axivî û bal kişand ser têkoşîna şoreşgerên kurd û tirk û got: “Şoreşger û şehîdên me neteslîmbûnê nîşanî me her kesî dan. Di oxira têkoşînek ezamet de canê xwe ji dest dan û tev li karwanên şehîdan bûn.”    Bîranîn bi xwendina helbestan û guhdariya dengbêjan bi dawî bû.