Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir 2023-05-21 21:31:37 STENBOL - Li Kadikoyê polîsan êriş bir ser ciwanên govenda kurdî digirt, gule bera hewayê da û 4 ciwan bi lêdanê kirin binçavan.   Li Perava Moda ya navçeya Kadikoya Stenbolê, polîsan êriş bir ser ciwanên li ber stranên kurdî govend digerandin. Polîsan êriş bir ser ciwanan, dest da ser hoparlora wan a muzîkê. Ciwanan ku bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan gaza îsotê li ciwanan reşand. Di navbera polîs û ciwanan de rageşî çêbû. Polîsek çek ji ber xwe derxist û gule bera hewayê da. Piştî ku polîs gule berda hewayê ciwanan xwe ji cihê bûyerê dûr kir, lê polîsan da pey wan û herî kêm 4 ciwan kirin binçavan.    Polîsan di wesayîtê de li ciwanan da. Kesên li derdorê, bertek nîşanî polîsan dan.    Nehat zanîn ku navên ciwanên binçavkirî çi ne û birine kîjan qereqolê.