ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN 2023-05-22 09:00:01       * Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson diyar kir ku Girava Îmraliyê laboratuareke zext û tundiyê ye û divê tecrîd bi dawî bibe û got: "Îmralî dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê."   * Ji Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Îpek Tîrenç Ûlaş diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartinê hilbijartina “man û nemanê” ye û got: “Heke Erdogan bi ser bikeve wê welat ji bo jinan bibe dojeh. Ji bo em xwedî li jiyana xwe derkevin divê em biçin ser sindoqan.”   * Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Çîçek Otlû bal kişand ser profîla heyama nû ya Meclisê û got: “Wisa xuya dike ku wê polîtîkayên dijminatiya jinan zêde bibe. Lê em ê li Meclisê û kolanan gotinên xwe bibêjin."   * Girtiyê nexweş Sînan Tûtmaz ê li Girtîgeha Duzce ya Tîpa T’yê tê ragirtin, tevî ku destek wî nîne jî di hucreya yek kesî de tê hiştin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 791’emîn de berdewam bike.    * Koordînasyona Kirariyên Zanînê ya Partiya Çepên Kesk dê têkildarî hilbijartinê li avahiya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Alimên olî, dê têkildarî rojevê li Navenda Giştî ya HDK’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, dê têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê li Parka Xezal a navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)