Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin 2023-05-22 09:02:55   MÊRSÎN - Girtiyê nexweş Sînan Tûtmaz ê li Girtîgeha Duzce ya Tîpa T’yê tê ragirtin, tevî ku destek wî nîne jî di hucreya yek kesî de tê hiştin.    Li navçeya Akdenîza Mêrsînê di 28’ê mijdara 2011’an de teqînek rû dabû û Sînan Tûtmaz di teqînê de bi giranî birîndar dibe. Tûtmaz ê li nexweşxaneyê tê tedawîkirin, destê wî çepê tê jêkirin û piştî ji nexweşxaneyê tê derxistin tê girtin. Her wiha felca rû derbas dike û perdeya guhê wî diteqe. Di encama darizandinan de derbarê Tûtmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 25 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Tûtmaz herî dawî sewqî Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T’yê tê kirin û wî xistine hucreya yek kesî.    25 SAL CEZA LÊ BIRÎNE    Bavê Tûtmaz, Edîm Tûtmaz anî ziman ku di sala 2011’an de dema lawê wî ji dawetekê vedigere cismek li pêşiya xwe dibîne radike di destê wî de diteqe û destê wî jê dibe û ji ber bandora teqînê laşê wî xesar dibîne. Tûtmaz diyar kir ku piştî bûyerê teqînê dixin stûyê lawê wî û bi îdiaya “endamê rêxistinê” tê girtin û got: “Lawê ne xesarê daye kesî û ne jî kesî kuştiye lê belê 25 sal ceza lê birîn. Hemû laşê wî xesarek zêde dît. Gelek caran ji girtîgehan hat sirgûnkirin. Ji Mêrsînê birin Sîlîfkeyê, ji wir jî şandin Îskenderûnê û ji wir jî herî dawî sirgûnî Duzceyê kirin.”    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN SÎSTEMATÎK    Tutmaz anî ziman ku piştî pirsgirêkên kurê wî yên tenduristiyê zêde bûne serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye û tevî hemû nerazîbûnan jî Saziya Tiba Edlî (ATK) xemsar maye. Tutmaz da zanîn ku kurê wî û girtiyên din li girtîgehê bi binpêkirinên sîstematîk re rûbirû dimîne û wiha axivî: “Di rêveberiya girtîgehê de maf û edalet tune. Elektrîk û ava zarokên me qut dike. Tundiyê li ser girtiyan dikin û zilmê li wan dikin. Wan di nizama leşkerî de dihêlin û di yek rêzê de jimareya rawestayî ferz dikin. Hevdîtina rû bi rû û bi telefonê qedexe dike. Zarokên me li dijî van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê dikin. Vê carê jî bi hinceta ku dest bi greva birçîbûnê kirine cezayê hucreya yek kesî li wan tê birîn. Tevî hemû nexweşiyan jî kurê min Sînan xistin hucreya yek kesî."   COTSTANDARTIYA BO GIRTIYAN    Tûtmaz destnîşan kir ku lawê wî li gel hemû pirsgirêkên tenduristiyê jî xistine hucreya yek kesî û wiha domand: “Li girtîgehan poşmantiyê li girtiyên siyasî ferz dikin. Zextan li wan dikin. Dixwazin wan bikişînin ba xwe. Zarokên me di têkoşîna xwe de bi bawerin û paşve gavan navêjin. Ew dibêjin kurd in û mafên xwe dixwazin. Binêrin ji bo endamên Hîzbûllahê û kesên di serdema 28’ê Sibatê de ceza girtine, efû tên derxistin. Lê tenê kesek jî ji girtiyên me bernadin û dê bernedin jî. Çimkî tenê daxwaza zarokên me aştî û edalet e.”    Tûtmaz diyar kir ku tevî hemû nexweşiyên lawî wî jî ragirtina di hucreya yek kesî de binpêkirina mafên mirovan e û got: “Neheqiyên li ser girtî û gelê me rakin. Girtiyek ku destek wî nîne, guhek wî nabihîze û çavek wî nabîne dixin hucreyê. Gelo wîjdanê mirov viya qebûl dike?”    MA / Îbrahîm Irmak