Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû 2023-05-22 11:20:57 AMED - Dengbêj Axîn Biro dema sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate kirin, hatibû derbkirin. Giliya ku Biro têkildarî derbkirinê bi rêya parêzerên xwe kiribû, bi neşopandinê encam bû.   Dema dengbêj Axîn Biro (Îbrahîm Ertaş) bi wesayîtê ji bo bernameyekê diçû Gazîemîra Îzmîrê, di 10’ê mijdara 2015’an de hate binçavkirin. Axîn Biro yê medyaya desthilatê bi nûçeyên bi serenavê “Dema bombe ji bin axê derxistin hatin girtin” hedef nîşandan ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û şandin girtîgehê. Berovajiyê medyaya desthilatê di girteka polîsan a girtinê de hate belgekirin ku dema Axîn Biro bi wesayîtê diçû hatiye binçavkirin. Nasnavê Ertaş yê ser dikê ku bi salan e bikartîne jî weke navê kod hate qebûlkirin. Di encama darizandinan de li hunermend Axîn Biro 20 sal û 4 meh cezayê hefsê hate birîn. Axîn Biro yê piştî hate girtin şandin Girtîgeha Şakran a Îzmîrê, dema dihat darizandin sewqî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hate kirin. Dû re Axîn Biro tevî nexweşiyên prostat û şekirê jî di 6’ê cotmeha 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate kirin.    Biro yê tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, di girtîgehê de mafên wî tên binpêkirin. Parêzera Axîn Biro Selvî Toprak Firat, têkildarî darizandinê nirxandin kirin û şertên Girtîgeha Tîpa S ku muwekîlê wî lê tê ragirtin vegotin.    Selvî Toprak Firat   Firat, diyar kir ku Axîn Biro girêdayî agahiyên îstîxbaratî hate cezakirin lê dema darizandinê de çavkaniya agahiyên îstîxbaratî nehatiye aşkerekirin. Firat, anî ziman ku tevî muwekîlê wî dema ji cihê bûyerê dûr diçû hat binçavkirin jî wek “ser sûc hatiye girtin” hatiye hedefgirtin û ev rewş jî wek hinceta cezayê hatiye dayîn nîşan da.    DÎMENA BINÇAVKIRINÊ WEKE DELÎL HATE HESIBANDIN   Firat, bi lêv kir ku muwekîlê wî ji madeyên teqemeniyê yên tên îdiakirin li qadeke daristanê ya li Îzmîrê hatine veşartin berpirsyar tê girtin û wiha got: “Yekane qeyda kameraya dîtina teqemeniyên li qada daristanê hatine veşartin bibîne. Lê çi ecêbe qeyda qemereyê ya teqemenî kengî ji aliyê kê ve hatine veşartin nîne û li gorî cihê ku teqemenî lê hatine veşartin hatiye avakirin. Dema madeyên teqemeniyê hatine derxistin, muwekîlê wî bi paşve kelemçekirine û bi saetan li kêleka madeyan hatiye sekinandin, ev dîmen jî weke delîl hatine hesibandin. Dema dihate sekinandin destên wî bi axê ketine û derketina şopa barûtê ya heta cihekî belav bûye ya li destê wî weke sedemê girtina wî hatiye hesibandin.”   Firat, diyar kir ku dosyaya ji 19 klasoran pêk tê ku Axîn Biro bi 11 kesan re tê darizandin, dema li Dadgeha Îstînafê di demekî mehek û nîvan de hate pejirandin û ji Dadgeha Bilind re hate şandin û wiha berdewam kir: “Li Daîreya Dadgeha Bilind daxwaza me ya danişînê hate redkirin û dosya xistine arşîvê. Piştî zêdeyî 2 salan dema binçavkirina di çarçoveya qanûnan de qediya û me daxwaza xwe ya berdanê pêşkeş kir, dosya ji arşîvê hatiye derxistin û biryar hate dayîn ku lêkolînkirina nû ne pêkan e û di demekî kin de dîsa biryar hatiye pejirandin.”   BÊYÎ KU AGAHDAR BIKIN SEWQÎ TÎPA S HATIYE KIRIN   Firat, bi lêv kir ku ji bo Axîn Biro di dema darizandinê de tev li danişînan bibe û malbata wî biçe hevdîtina wî xwestine sewqî Girtîgehên Amed, Mêrdîn û Rihayê bibe lê ev yek nehatiye qebûlkirin û muwekîlê wî sirgunî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê kirine. Firat, da zanîn ku Biro di vê pêvajoyê de nebirine nexweşxaneyê, bi mûameleyên dij mirovahiyê gelek mafên wî yên bingehîn hatine binpêkirin û anî ziman ku di 6’ê cotmeha 2022’yan de bêyî agahiya wî sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hatiye kirin. Firat, anî ziman ku dema sewqê de Biro bi hevalên xwe re hatiye derbkirin û di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatine.    HATE DERBKIRIN Û ENSTRUMAN NEDANÊ    Firat, bi lêv kir ku bi axaftina telefonê ya piştî du hefteyan a Biro ya bi malbata xwe re kiriye hînbûne ku sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê bûne. Firat, da zanîn ku tevî du hefte derbasbûne jî li ser laşê muwekîlê wî şopa derbkirinê hebûne û her çendî li ser serlêdanên wan bi raporên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Antalyayê û Navenda Mafên Mirovan a Baroya Antalyayê ev yek hatibe piştraskirin jî giliya wan a li Serdozgeriya Komarê ya Manavgat û Alanyayê bi neşopandinê encam bûne. Firat, anî ziman ku enstrumanên dengbêj Axîn Biro hatine şikandin û ewilî enstrumanek tenê dane wî û li ser bi gelek caran serlêdanê enstrumanên wî yên din weke bi xesar hatine dayîn.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN DI GIRTÎGEHÊ DE   Firat, destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê zextên li ser muwekîlê wî Bira û girtiyên din her ku diçe zêde dibin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê wiha vegotin: “Carna rojê du caran lêgerîn tê kirin, heta bi şev jî legerîn tên kirin û di lêgerînan de zirarê didin tiştên girtiyan. Li odeyên ku girtî lê dimînin kamerayên ku tuwalet, serşok û cihê razanê dibînin hatine bicihkirin, sînorkirina enstrumanan tê ferzkirin, tevî ku nexweşên diyabetê ne jî li derveyî plana xwarinê tevdigerin, personel zextan dikin û mûameleya derveyî rûmeta mirovan dikin.”   7 SAL IN GIRTÎ YE: DEST JI MUZÎKÊ BERNEDA   Firat, bal kişand ser gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû yên bi fermana Serokkomarê AKP’î Erdogan qeyûm tayînî şaredariyên HDP’î kirin û axaftina xwe wiha domand: “Çawa ku li şaredariyên herêmê qeyyûm hatin tayînkirin û piştî ku Erdogan aciziya xwe anî ziman hevşaredar jî hatin girtin, xebatên hunermend Axîn Biro yên di warê muzîka kurdî de jî ew acizkirin û ji bo ku dest ji muzîkê berde ji aliyê hêzên ewlehiyê yên gelek caran ew hişyar kir ve hate mehkûmkirin. Lê di şertên girtîgehê yên 7 salan zêdetir de ne dest ji têkoşînê berda ne jî xebatên muzîkê yên bi zimanê dayikê. Di axaftina telefonê ya her hefte 10 deqîqeyan bi malbata xwe re dike, klamên çêkirî bi zarokên xwe yên stranbêj dide guhdarkirin, xebatên wan ên muzîka kurdî dişopîne, bi nameyan gotinên stranan û notayan ji zarokên xwe û hevalên xwe yên stranbêj re dişîne. Weke ku camên kabîna hevdîtinê ya parêzeran bihejîne stranên xwe bi min jî dane guhdarkirin.”