Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin 2023-05-22 14:03:28   MÊRSÎN - Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Mêrsînê diyar kirin ku di hilbijartinên Serokkomariyê de dê piştevaniya Kemal Kiliçdaroglû bikin û bang li gel kirin ku biçin ser sindoqan.   Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrsînê têkildarî hilbijartina tûra duyemîn a Serokkomariyê ku dê di 28’ê Gulanê de pêk bê, li avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Mêrsînê Perîhan Koca û Alî Bozan û gelek endamên partiyan tev li bûn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Zelîha Bûrcû Acar a di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku her du parlamenterên ji bajêr hatine hilbijartin ji bo pirsgirêkên li Mêrsînê çareser bikin wê bi hemû hêza xwe bixebitin. Acar, bi lêv kir ku li dijî girtina partiyê bi partiya nû ketine hilbijartinê û ji aliyên partiyên siyasî ve hedef hatin nîşandan.    ‘EM Ê DESTHILATÊ BIŞÎNIN’    Acar, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Weke partiya 3’yemîn a di Meclisê de ji bo girtiyên me yên siyasî, feraseta qeyûman bi dawî bikin, Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê, li dijî zilma enflasyona ku hêza kirînê ya gel daxistiye asta herî jêr, ji bo maf û hiqûqê, ji bo pêşeroja zarokên me, em ê biryardariya şandina desthilata AKP’ê û MHP’ê bidomînin.”   ‘DI 14’Ê GULANÊ DE ME DESTHILATA FAŞÎST BI PAŞ VE XIST’    Acar, da zanîn ku wê di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên 28’ê gulanê de piştevaniya Kiliçdaroglû bikin û ev tişt got: “Me di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst a 21 salan bi paş ve xist, em ê di 28’ê Gulanê jî weke yên din em ê bişînin nav rûpelên reş ên dîrokê.”