Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin 2023-05-22 14:58:45   STENBOL - Alimên Olî yên Azad ku ji bo hilbijartina Serokkomariyê banga çûna ser sindoqê kirin wiha gotin: “Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin. Ev ji bo misilmanan peywîreke pîroz e.”   Alimên Olî yên Azad têkildarî hilbijartina tûra duyemîn a Serokkomariyê ku dê di 28’ê Gulanê de bê kirin, li Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna çapemeniyê li dar xist. Alimê Olî Yûsûf Înal ê di civînê de axivî, qala helwesta AKP’ê û namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cûmhûr a li dijî gelan û bikaranîna ol a di siyasetê de kir û diyar kir ku misilmantiya rast ev nîne.   Înal, anî ziman ku divê misilman êdî dawiyê li vê siyasetê bînin û ev bang kir: “Em dîktatorê li qesrê bi sindoqê bişînin.”   AMÛRA MÊTÎNGERIYÊ: ÎSLAMA SIYASAL   Mele Bedrettîn Gunay ê pişt re li ser navê Alimên Olî yên Azad axivî jî anî ziman ku Tirkiye ji ber pozîsyona xwe ya jeopolîtîk di warê dewletên cîhanê de welatî girîng û stratejik e û wiha got: “Feraseta herî bingehîn a ku Rojhilata Navîn û Misilman ji bo ewlekirina dewlet û neteweyan li erdnîgariya xwe bi kar tînin, Îslama siyasî ye ku ji her alî ve hatiye revîzekirin û ji cewherê xwe hatiye veqetandin û zîhniyeteke Emevî ye ku bi rêya nûnerên xwe yên hevkar bi zext û şîdetê serî lê didin.”   ARMANÇ ÇI YE?    Gunay, da xuyakirin ku ji bo pêşvebirina Îslama siyasî hevsengiya zîhnî ya Misilmanan ji holê hatiye rakirin û wiha berdewam kir: “Bi vî rengî, ji bo fêhmkirina peyva Xuda ku wê hiş ji tarîtiya nezaniyê ber bi ronahiyê ve bibe, fakulteyên xwe yên zîhniyetê winda kirine û ew bi hiş û projeyên Îslama siyasî û sîstema global ve girêdayî bûne. Gelên hêja;  Eger em siyaseta Tirkiyeyê di çarçoveya van rastiyan de binihêrin, dijminên mirovahî û Îslamê, rêveberên herêmî yên ji bo pêkanîna emel û xeyalên xwe yên gerdûnî li şûna ku îdealên xwe bi kêrî mirovan bînin, bi sûdwergirtina nirxên me yên însanî û manewî me entegreyî vê sîstema emperyalîst dikin.”   ‘EM DAWÎ LI PERGALA YEK ZILAMÎ BÎNIN’   Gunay, diyar kir ku exlaqa takekesî û civakî hatiye binpêkirin û AK’'ê bi helwesta xwe ya yek zilamî û faşîzmê û pêkanînên despotîk pirsgirêkên heyî kûrtir kiriye û divê ev rewş biguhere. Gunay, bal kişand ser hilbijartinên 28’ê Gulanê û rewşa heyî weke dîrokî nirxand. Gunay, diyar kir ku avakirina jiyaneke nû pêkan e û ev tişt got: “Em dikarin vê hişmendiyar zordar bi hev re ji holê rakin. Ji bo jiyaneke adil, ev firsend di heman demê de ji bo her mirovên bi rûmet, berpirsyartiya însanî û wijdanî ye. Ji bo misilmanan jî peywîreke pîroz e.”   Gunay, destnîşan kir ku 28’ê Gulanê firsenda dawî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dawî liv ê pergala yek zilamî bînin. Di heman demê de em torên sûc ên ji desthilatê cesaretê digirin û her cure karên qirêj dikin di sindoqê de têk bibin. Em weke alimên olî yên maf, edalet û azadiyan diparêzin, em weke wezîfeyeke dibînin ku biçin ser sindoqan.”