Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide 2023-05-22 17:05:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldana dorpêçkirinê ya artêşa Iraqê ya li Mexmûrê didome. Li dijî vê hewldanê, berxwedana gel jî didome. Her wiha partiyên siyasî yên  Başûr, xelkê Rojeva û Fransayê jî êriş û dorpêça li ser wargehê şermezar kirin.   Artêşa Iraqê di 20’ê gulanê de bi hêzeke zêde ya wesayîtên zirxî û leşkerî xwest bikeve Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê û li dora wê têlên direhî bipêçe û kuleyan ava bike. Li ser vê yekê xelkê navçeyê herikî pêşiya wan û ew dan sekinandin. Di danê êvarê de artêşa Iraqê êriş kir û di encamê de 2 welatî birîndar bûn. Li gorî agahiyên dawî, dor li Mexmûrê hatiye girtin, leşkeran li çend noqteyan kon vegirtine û li her çar aliyên wargehê wesayîtên zirxî hatine bicihkirin.    Hat ragihandin ku artêşa Iraqê rêya ketin û derketina Mexmûrê girtî ye û rê li ber talûkeyeke mezin vekirine. Li hêla din artêş nahêle ku rojnameger bikevin wargehê ku nûçeyan bişopînin.    GEL LI DIJÎ HEWLDANA DORPÊÇÊ NOBETÊ DIGIRE    Xelkê wargehê jî ji heft salî heta heftê salî li dijî dorpêça artêşa Iraqê dest bi nobeta berxwedanê kir û ev sê roj in bênavber li ber xwe didin.  Welatiyan li çend noqteyan kon vegirtin û bibiryar e ku rê nede artêşa Iraqê ku têlên dirêhî bipêçin û kuleyan deynin. Xelkê navçeyê bang li rayedaran kirin ku artêşê vekişînin û dawî li vê hewldanê bînin.    BANG: LI DIJÎ VÊ HEWLDANÊ BERTEK NÎŞAN BIDIN    Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara jî têkildarî mijarê axivî û got ku ev demekî dirêje hikûmeta Iraqê dixwest bi hevkariya Barzaniyan û Tirkiyeyê dora wargehê bitêl bike û ev tişt anî ziman: “Ev daxwaza xwe çendek caran bi me re jî parve kirin. Lê gelê Mexmûrê tu carî ev qebûl nekir. Di 20’ê mehê de şandeyek şandin vê derê û me xwest pê re muzakereyan bikin. Lê guh nedan û israr kirin ku bi ya xwe bikin. Lê hewldana wan li dijî qanûna NY’yê. Lê divê dost û dijmin her kes bizane ku em vê nêzikatiyê bi tu awayî qebûl nakin. Piştî ewqas êş û berdêlan em nikarin tecrîd û îzolekirinê qebûl bikin. Banga me ji bo raya giştî ya cîhanê, NY, hemû derdorên demokrat, gelê Kurdistan û Iraqê dikin ku li dijî vê helwesta li ser daxwaza dewleta tirk a faşîst tê kirin derkevin. Em dîsa bang li hikûmeta Iraqê dikin ku hêzên xwe vekişînin.”   PARTIYÊN BAŞÛR BERTEK NÎŞAN DAN   Partiya Demokratîk a Gel a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Hîzba Şûî ya Kurdistanê jî têkildarî dorpêç û êrişa li Mexmûrê di bin navê Desteya Karê Hevpar a Çepên Kurdistanê de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de her sê partiyan dorpêça li ser Mexmûrê şermezar kirin û wiha gotin: “Ev çend roj in artêşa Iraqê dixwaze bikeve nava kampê û kontrol bike. Kampeke ji aliyê NY’ê ve tê parastin û tevî vê jî bi dehan caran dewleta tirk êriş bir ser. Di van êrişan de jin û kal, zarok bûne qurbanî. Lê hikûmeta Iraqê tu helwest nîşan neda. Ev hewldan, hewldaneke derhiqûqî ya navneteweyî û taybet li dijî mafê penaberiyê ye. Kontrolkirina kampê ji aliyê artêşa Iraqê ve metirsiyê zêdetir dike û xeterî zêdetir dibin. Banga me ji bo Iraq û aliyên berpirs ew e ku vê metirsiyê li ber çavan bigirin, dest ji kontrolkirina kampê berdin, rêz ji hiqûqa û qanûnên taybet ên penaberan re bigirin. Her wiha daxwaza me ya ji NY’ê ew e ku bi erk û berpirsyariyên xwe yên parastina kampê rabin.”   LI ROJAVA GEL DAKET KOLANAN   Xelkê Hesekê ji bo protestokirina hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ji hêla artêşa Iraqê ve daket kolanan. Xelkê bajar bi dirûşma “Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin” meşek li dar xist. Meş, li Çerxerêya Hemame ya Taxa Til Hecirê dest pê kir. Welatî heta Çerxerêya Serhed a li Taxa El Mifî meşiyan û li vir veguherî mitîngê. Di mitîngê de li ser navê girseyê Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Remedan Fetah axivî û wiha got: “Dixwazin bi vê dorpêçê vîna xelkê Mexmûrê têk bibin. Banga me ji bo hikûmet û artêşa Iraqê ew e ku nekevin xefika siyaeta dewleta tirk a dagirker. Her wiha em berxwedana xelkê Mexmûrê silav dikin û dibêjin ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi we re ye.”    CIWAN LI PARÎSÊ MEŞIYAN   Yek ji deverên ku dorpêç û êrişa li ser Mexmûrê lê hatî şermezarkirin jî paytexta Fransayê Parîs bû. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di danê sibehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişa li ser Mexmûrê civiyan. Di çalakiyê de ciwanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Her wiha hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ya bi têl û kuleyan jî şermezar kirin.