Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê 2023-05-22 20:23:38       AMED- Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bang li gel kir ku guh li kesên ku ji bo tûra duduyan a hilbijartinê gel ji sindoqan dûr dixin nekin û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bide û xwedî li vîna xwe derkeve."    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê ku dê di 28'ê Gulanê de bê kirin, li Parka Xezalê ya li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê daxiyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Dengê xwe bide, xwedî li vîna xwe derkeve" hat vekirin. Endamên platformê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê endama Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Jiyan Karakaş metna daxuyaniyê xwend.    Karakaşê destnîşan kir ku Tirkiye ber bi hilbiajrtineke dîrokî ve diçe û bal kişand ser nelirêtiyên ku di tûra ewil a hilbijartinê de haine kirin. Karakaşê bilêv kir ku di vê hilbijartinê de nebikaranîna dengan dê bi xwe re gelek prisgirêkan bîne û wiha axivî: "Nebikaranîna dengan dê rejîma otorîter a ku bi salan de bi siyaseta qeyûmtiyê vîna gel xesp dike, mafê girtiyên nexweş binpê dike, tekparêziyê dike, bi KHK'yan dawî li karê bi dehhezaran kedkaran tîne, çapemeniya alîgir ava dike û kedkarên çapemeniyê dixe girtîgehan, mafê azadiya çapemeniyê binpê dike, azadiya fikr û ramanê tune dihesibîne, girtîgeh û dadgehan wekî çekeke li dijî azadiya fikr û ramanê bi kar tîne wêrek bike."    'XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE'   Karakaşê di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî kir ku guh li kesên ku ji bo tûra duduyan a hilbijartinê gel ji sindoqan dûr dixin nekin û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bide û xwedî li vîna xwe derkeve."  ‘İRADENE SAHİP ÇIK’