Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-05-22 19:00:38   STENBOL - Ciwanên ku li Kadikoyê ji ber govendgerandinê rastî êrişeke nijadperest a polîsan hatibûn û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Li Perava Modayê ya Kadikoy a Stenbolê 5 ciwan ji ber ku govend gerandibûn rastî êrişa nijadperest a polîsan hatibûn û paşê hatibûn binçavkirin. Polîsan ciwanên ku binçavkiribûn, ji paş de destên wan kelemçe kiribûn û ew serdevkî li erdê dirêj kiribûn û dîmenên wan belav kiribûn.    Ciwanên ku hatibûn binçavkirin îro danê sibehhê sewqî Edliya Anadolûyê ya li Kartalê hatibûn kirin. Dozger bi daxwaza girtinê ciwanan sewqî dadgeriya Ceza ya Sulhê kiribû. Dadger bi şertê kontrolkirina edlî ciwanan berda.