Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn 2023-05-23 09:01:21   AMED - Dozger ji ber axaftinên siyasetmedar Selma Irmak ên der barê texrîbkirina goristanan û teşhîrkirina cenazeyan de ku gotibû ev bi fermana Serokkomarê AKP'î Erdogan hatine kirin, xwest ceza lê bê birîn.    Hat xwestin ku li parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Selma Irmak bi sûcê "biçûkxistina dewletê" û "heqareta li serokkomar" ceza bê birîn.    Ji ber axaftinên wê yên der barê cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dû panzêrê hatibû kişandin, cenazeyê Ekîn Wan a ku li Gimgima Mûşê hatibû teşhîrkirin, xebatkarê tenduristiyê Abdulazîz Vûral ê ku li Cizîr di ambulansê de hatibû gulebarankirin, kuştina ajokarê ambulansê Şeyhmûz Dûrsûnê li Elkê hatibû kuştin û goristanên ku li Licê, Pîran, Gever, Amed, Xerzanê hatibûn xerakirin de hat xwestin ku li Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmak ceza bê birîn.    Ji ber ku Irmak gotibû ev kiryar bi fermana Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hatine kirin, bi îdiaya "biçûkxistina dewletê" û "hewareta li serokkomar" doz li 1'emîn a Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê doz lê hat vekirin.    Dozger ango meqama îdiayê xwest ku ji 2 salan heya 8 salan ceza li li Irmak bê birîn.