Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin 2023-05-23 09:03:18   SEMSÛR - Li Semsûrê mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Bi hatina havîne re pirsgirêkên mexdûrên erdhejê jî zêde dibin. Mexdûrên erdhejê yên di konan de diyar kirin ku êdî nikarin di konan de bimînin û gotin ku li benda konteyneran û alîkariye ne.    Li Semsûrê ku bandoreke mezin ji erdhejên 6'ê sibatê yên Mereşê girt, li gor hejmarên fermî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Li navenda Semsûrê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan û welatî ji bêgavî di konan de dimînin. Li navenda bajêr bi dehan zêdetir konebajar hene. Ev konên ku tenê heya wextekê dikarin mirovan biparêzin, piştî demekê ji bo mexdûrên erdhejê dibin cihê pirsgirêkên mezin. Bi hatina havînê û germa dinyayê re, êdî mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin. Li gel vê li hemû konebajaran pirsgirêka ava paqîj heye. Her wiha bi hatina havîne re gelek ajalên wekî dûpişk, kêzik, vizik û hewd. jî zêde bûne û ev yek jî jiyana mexdûrên erdhejê ber bi xetereyê ve dibe.   Navenda Semsûrê wê li cihekî din bê avakirin û wê avahiyên TOKÎ'yê bên çêkirin. Lê nayê zanîn ku wê avahiyên bên çêkirin bidin kê. Her wiha di dema avakirina bajêr de wê civakîbûn, çand û dîroka Semsûrê bê parastina yan na, ev jî cihê prisnîşanê ye. Ji aliyê din ve jî mexdûrên erdhejê ku êdî nikarin di konan de bimînin, li benda konteyneran in. Lê nayê zanîn ku wê konteyner li kîjan pîvanan bên belavkirin. Mexdûrên erdhejê di vî warî de bi fikar in. Yek ji pirsgirêka mezin a bajêr jî fiyetê kirêyan e ku piştî erdhejê 2 qat an jî 3 qat zêde bûne û ji ber vê yekê jî mexdûrên erdhejê nikarin xaniyan kirê bikin.    Têkildarî mijarê em bi mexdûrên erdhejê re axivîn.    'EDÎ KON NIKARIN ME BIPARÊZIN'   Mexdûra erdhejê Zeynep Tok ku em li konebajar bi wê re axivîn bi lêv kir ku gelek xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û nêzî 20 rojan ji ber ku kon tune bûne li derve mane. Tok anî ziman ku bi zorê konek peyda kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em neçarî kon jî nebin em ê bi ku ve biçin? Lê dema baran dibare, av di bin kon re tê. Êdî kon jî nikare pediviya me ya parastine dabîn bike. Pêdiviya me ya konteyneran heye, zarokên min tune ne. Ez û hevjînê xwe bi tenê ne. Bi vî awayî ancax em ê heya wexteke din karibin îdare bikin. Di germahiya havînê de meriv nikare di konan de bimîne. Kêzik hene, dûpişk hene. Êdî kon nabin."    'DEWLETÊ ALÎKARIYA ME NEKIR'   Mexdûrê erdhejê Hasan Akyay jî diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan xesareke mezin dîtiye û bi zorê zarokên xwe xilas kirine û ev tişt gotin: "Em 15 rojan tevî zarokan di erebeyê de bûn. Her der girtî bû, ne nan, ne av tiştek tune bû. Dewletê jî alîkariya me nekir. Yanî piştî çar rojan mudaxile kirin. Mudaxileya piştî çar rojan bi kêrî titşekî nehat."    Akyay destnîşan kir ku kon ji bo şert û mercên paqîj ne guncav in û wiha pê dê çû: "Mitbex, tuwalet û ava paqîj tune ye. Bi hatina havîne re qernî, dûpişk û hwd. derketine. Tu baweriya min tune ye ku pirsgirêkên me bên çareserkirin. Heke çareser bikirina wê di nava van 4 mehan de çareser bikirina, lê tu çareyek nedîtin. Xaniyê min xesareke mezin girt, divê ew xanî demildest bê hilweşandin. Zarokên min diçin li ber wî xaniyî dilîzin. Ji ber vê yekê jî em ditirsin ku tiştek bibe. Min ji bo hilweşandinê daxwazname jî da. Em li bendê ne bê xerakirin."    'KIRÊ BIHA BÛNE'   Akyay bal kişand ser bihabûna xaniyên kirê û got: "Divê demildest mexdûrên erdhejê derbasî konteyneran bibin. Êdî konbajar nikarin pediviyên mirovan dabîn bikin. Ji ber bihabûna xaniyên kirê jî êdî tu kes nikare derbasî xaniyan bibe. Xaniyekî kirê di ser 8 milyaran re ye. Yanî wê mexdûrên erdhejê ev qas pereyan ji ku bibînin. Divê dewlet demildest pêşiya vê yekê bigire."   'LI BENDA KONTEYNER Û ALÎKARIYE NE'   Mexdûra erdhejê Semra Uyanik jî diyar kir ku pediviya wan bi kincên havînê heye û wiha got: "Dema erdhej çêbû, kincên zivistanê hatin belav kirin, lê niha em di havînê de ne lê kincên havînê tune ne. Me nikaribû ji zarokên xwe re jî kincên havînê bikire. Kincên havînê tên marketan lê ji bo wan jî em diçin navê xwe dinivîsinin. Lê ancax piştî çend mehan didin. Em di vê germahiya havîne de nikarin di konan de bimînin. Em li benda konteyneran in. Me navê xwe jî nivîsî, lê nizanim wê kengî bên dayin. Pîr û zarokên me hene, ew nikarin di konan de bimînin. Banga me ji xêrxwazan ev e ku alîkariya me bikin."   Ûyanik anî ziman ku ji ber bihabûna kirêya xaniyan ew nikarin derbasî xaniyan bibin û wiha got: "Tevî ku li Semsûrê erdhejeke mezin qewimî jî, xwediyên xaniyan bê wijdaniyê dikin û kirêyan biha dikin. Yanî li vir kar tune ye, tu kes nikare bixebite. Bixebite jî nikarin bi meaşê asgarî kireya xanî bidin û debara xwe bikin. Ji aliyê din vê jî gelek xanî xesardîtî ne û yên ku hene jî bihayeke mezin didin. Ji ber vê yekê jî welatî neçar dimînin ku koç bikin."    MA / Mahmût Altintaş