Endama Konseya Ewropayê Castel ji bo serlêdana Îmraliyê amadekariyan dike 2023-05-23 09:25:31   STENBOL - Cîgira Serokê Koma Çep a KE’yê û endama Komîteya Şopandinê Laura Castel sepanên li Girtîgeha Îmraliyê weke “wehşet” pênase kir û da zanîn ku dê daxwaza xwe ya çûna serdana Îmraliyê bi Konseya Ewropayê re parve bike.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. 3 endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku ji 3 welatên cuda bûn, li dijî tecrîdê ketin nava tevgerê û di navbera 11-12’ê gulanê de hatin serdana Tirkiyeyê. Cîgira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê (KE), Nûnera Meclisa parlamenteran a KE’yê û endama Komîteya Şopandinê Laura Castel jî di nava wê şandeyê de cih digirt. Castel, têkildarî mercên tecrîda li Îmraliyê bi ajansa me re axivî.    BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN   Castel, da zanîn ku bala wan li ser Îmraliyê ye lê belê girav bandorê li tevahiya girtîgeh û girtiyên li Tirkiyeyê dike û wiha got: “Lewma jî hewldanên me berdewam in. Bêguman rewşeke wehşetê û dûrî aqilan heye. Binpêkirinên pir mezin ên mafên mirovan hene. Ne rewşeke wisa ye ku bi hêsanî were jibîrkirin. Ez di nava Komîteya Şopandinê ya Konseya Ewropayê de cih digirim. Ev komîte, rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê jinêzve dişopîne. Piştî hevdîtinên dawî, min biryar da ku ji bo serdana Îmraliyê ez ê serî li Konseya Ewropayê bidim.”   EM Ê REWŞÊ JI NÊZ VE BIŞOPÎNIN   Castel, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîsa rojevîkirina vê mijarê û şopandina karên konseyê pir girîng e. Pirsgirêka kurd û Tirkiye her tim di rojeva Konseya Ewropayê de ne û nayên jibîrkirin. Lê ji ber şerê li Ûkraynayê, avakirina hevsengiyekê ya di navbera ajandayan de zehmetî derdikevin. Girtina Abdullah Ocalan a heta mirinê di girtîgehê de, îşkence ye. Di vê mijarê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de biryarek dabû. Armanca esasî ya şandeyê ew e ku rewşa Ocalan tê de dijî bişopîne. Bi taybet jî ji bo mafê hêviyê, em ê ji Komîteya Şopandina pirsan bikin û dê rewşê ji nêz ve bişopînin.”    MA / Mehmet Aslan