Derziyên girtiyê nexweşê giran Ayik nadinê 2023-05-23 09:47:38 ANTALYA - Dayika girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar Hulya Ayik, da zanîn ku derziyên ku pêdiviya kurê wê pê hene nehatine dayîn û wiha got: “Ev dewletê vê xatirxwastine jî ji me re gelek dibîne.”    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Yek ji girtiyên nexweşên giran ku divê demildest bê berdan jî rojnamevan Devrîm Ayik ê 32 salî ye. Ayik, dema li Îzmîrê Kovara Ozgur Halkê belav dikir bi 13 hevalên xwe re hate binçavkirin û girtin. Ayik ê bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin piştî hate girtin ewilî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, dû re piştî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hate kirin. Ayik, beriya niha ji ber rewşa wî ya tenduristiyê giran bû ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê di sala 2018’an de hat berdan. Ayik ê ji ber binpêkirina şertê kontrola edlî dîsa hate girtin ji ber nexweşiya enfeksiyona rûviyên bijehr di sala 2019’an de careke din hate berdan. Lê belê piştî çend mehan, Ayik ê ku ji ber bi xwendekaran re govend gerandiye bi hinceta “endametiya rêxistinê” ji nû ve hat girtin, pişt re ji ber şewba vîrûsa koronayê careke din hat berdan. Ayik ê di 12’ê çileya 2021’an de dîsa hate girtin ewilî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, dû re piştî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hate kirin.    Ayik, ê ji sedî 76 astengdar e, bi nexweşiya Crohn ku cureyekî nexweşiyeke rûviyan e re têdikoşe. Ayik ê beriya niha du caran ji rûviyên xwe emeliyat bûye, ji rûviyên wî 40 û 60 cm perçe hatiye girtin. Ayik di sala 2006'an de qezeyek derbas dike û çavê wî yê rastê xesar dibîne û kor dibe. Çavê wî yê çepê jî 30 pileyan miyop e. Dayik Hulya Ayik diyar kir ku kurê wê nikare di şertên girtîgehê de bimîne û ev rewş îşkence ye.    SALEKE NABIN NEXWEŞXANEYÊ    Ayik, da zanîn ku di sala 2007’an de ji ber pirsgirêkên aboriyê ji Amedê koçî Antalyayê kirine û bi bîr xist ku ji ber kurê di Kovara Gelê Azad de dixebitî di sala 2015’an de li Îzmîrê hate binçavkirin û girtin. Ayik, anî ziman ku weke li girtîgehan hemû girtiyên siyasî Ayik jî bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû dimîne û anî ziman ku ji ber pêkanînên keyfî yên rêveberiya Girtîgeha Eskîşehîrê tevî nexweşiyên xwe yên giran AYik saleke nikare biçe nexweşxaneyê. Ayik, diyar kir ku dema kurê wê dibin nexweşxaneyê bi ferzkirina “lêgerîna nava dev” re rûbirû dimîne û wiha got: “Divê raporên şandeyê bigire û dema dibin nexweşxaneyê ji ber lêgerîna nava dev dikin vê yekê qebûl nake û cezayên hucreyê jê re tên birîn. Dema hefteya borî em bi hev re axivîn, anî ziman ku derziya wî ya dawî lêxistine, tevî ku derziyên wî nemane jî rapora heyete nedane wî.”   ‘DEWLET XATIRXWESTINÊ GELEK DIBÎNE’    Ayik, anî ziman ku girtî dema li ber mirinê ne tên berdan, di girtîgehan de terkî mirinê tên kirin û wiha berdewam kir: “Ev dewlet ji me re xatirxwestinekê jî gelek dibîne. Dema em bi Devrîm re axivîn, got rewşeke wî ya ku her kêliyê dikare emeliyat bikin heye. Tedawiya nexweşiya wî nîne, tevî vê yekê dermanên ku pêşiyê li nexweşiya wî bigirin jî nadinê. Tu sedemê ku nexweşekî bi vî awayî di girtîgehê de bimîne nîne. Ez ditirsim ku rojekê ji nişka ve agahiya Devrîm were.”   CIHEKÎ KU SERÎ LÊ NEDAYE NEMAYE   Ayik, bi lêv kir ku girtî bi awayekî sîstematîk ji malbatên xwe tên dûrxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi kîlometreyan ji malbatên wan dûr dixin, ev jî mexdûriyeke mezin e. Ev salekê zêdetir e cihekî ku me daxwazname jê re nenivîsandin neme lê tu bersiv nehatin dayîn. Qet nebe bînin Girtîgeha Antalyayê em ê hefteyê carekê biçin cem wê. Em bi awayekî aborî, psîkolojîk, her awayî tên mexdûr kirin. Ez ji bo girtiyên nexweş ên bi awayekî neheq û bêhiqûqî li girtîgehan tên ragirtin bang dikim; bila destên xwe deynin ser wijdanên xwe û ji bo wan êdî tiştekî bikin. Dewletê her tim bi hişmendiya “an tu ji minî an jî tune yî” nêzî bû. Bi taybetî jî van demên dawî zextên zêDe li ser xebatkarên çapemeniyê hene, ew jî ji ber naxwazin Çapemeniya Azad civakê agahdar bike ye. Ditirsin ku rastî derkeve holê. Bila demildest, dest ji vê zilma tê kirin berdin.”   MA / Dîlan Akyol