Kurdî ji bo kurdan qedexe ye lê ji bo AKP’ê serbeste! 2023-05-23 10:02:05   AMED - AKP’ê di 21 salên îktîdara xwe de saziyên zimanê kurdî û televîzyon, ajans, rojname û radyoyên weşanên xwe bi kurdî dikirin girt, bi destê qeyûman tabelayên kurdî rakir lê niha li Kurdistanê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê propagandayê bi zimanê kurdî dike.    AKP’ê di 21 salên îktîdara xwe de mafê perwerdeya bi zimanê kurdî neda, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) re saziyên zimanê kurdî, televîzyon, ajans, rojname û radyoyên weşanên xwe bi kurdî dikirin girt û bi destê qeyûman tabelayên kurdî rakirin. Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de AKP niha li Kurdistanê dest bi xebata propagandaya kurdî kir.    Wêneyên namzetê serokkomariyê yê AKP’î Tayyîp Erdogan ên bi nivîsa “A rastî Erdoğan”, li gelek cade, pir û bîlbordên Amedê hatine daliqandin. Di heman demê de ji bo Erdogan bi kurdî stranek jî hatiye amadekirin.    Di serdema îktîdara AKP’ê de êrişên li dijî zimanê kurdî derketin lûtkeyê. Çend qedexeyên di nava 4 salan de AKP’ê ji bo kurdî kirin wiha ne:    * Rêxistina HDP’a Edeneyê xwest di navbera 10-13’ê sibata 2019’an de Rojên Şanoya Kurdî li dar bixe lê Walîtiya Edeneyê bi hinceta “Gefê li ewlehiya cemaweriyê dixwe” qedexe kir.    * Lîstika şanoyê ya bi kurdî “Zargotin Zêrgotin” dê di 23’yê îlona 2019’an de li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a navçeya Seyhan a Edeneyê bihata lîstin lê Walîtiya Edeneyê qedexe kir.    * Llîstika şanoya kurdî dê di 10’ê Cotmeha 2020’an de li Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bihata pêşandan lê ji bo lîstikê demekî kin mabû ku qeymeqamtiyê qedexe kir.    * Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê dê di 14’ê gulana 2021’an de stand-up a bi navê “Dawiya Dawiya” li dar bixista lê bêyî ku hincetek were nîşandan ji hêla Qeymeqamtiya Fatîhê ve hate astengkirin.    * Lîstika şanoyê ya “Tartufe” dê di 5’ê kanûna 2021’an de li Mêrdînê bihata pêşkeşkirin lê walîtiyê bi hinceta pandemiyê qedexe kir.    * Lîstika “Bêrû” di bernameya Şanoyên Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de cih digirt û dê di 13’ê mijdara 2020’an de bihata lîstin. Lê belê lîstik bi biryara walîtiyê hate qedexekirin. Heman lîstik di 14’ê mijdara 2020’an de ji hêla Walîtiya Rihayê ve jî li seranserî bajar û bêdem hate qedexekirin.    * Di 8’ê kanûna 2021’an de dema Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu li meclisê bi kurdî diaxiviya, mîkrofon hate girtin.    * 9 endamên Kongreya Îslama Demokratîk û DÎAY-DER’ê bi hinceta ku xutbeyên xwe bi kurdî dane û li pêşiya cemaetê nimêj kirine, di 10’ê tîrmeha 2021’an de hatin girtin.    * Wezareta Karên Hundir di 8’ê adara 2021’an de ragihand ku jinên rastî tundiyê tên dikarin bi zimanên tirkî, farisî, erebî, ingilîzî, rusî û fransî serî li sepana KADES’ê bidin. Li Tirkiyeyê piştî tirkî herî zêde bi zimanê kurdî tê axaftin lê kurdî di KADES’ê de cih negirt.    * Parlamenterê HDP’ê Siddik Taş di 7’ê nîsana 2021’an de ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçûk pirsî bê ka têkildarî perwerdeya bi zimanê dayikê xebatekî wî heye yan na. Wezîr Selçûk jî wiha bersiv da: “Ji bilî zimanê tirkî tu zimanên din weke zimanê dayikê hînî hemwelatiyên tirk nayên kirin û pê perwerde nabin.”    * Wezareta Veguhestin û Binesaziyê di 21’ê nîsana 2021’an de bersiv da pirsa Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û wiha got: “Ji ber ku zimanê fermî tirkî ye, di balafiran de bang bi kurdî nayê kirin.”    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê di 5’ê nîsana 2021’an de navê Cadeya Sîpanê guherand û kir Cadeya Abdulkadîr Aksu. Di 8’ê gulana 2022’yan de jî navê Cadeya Şengalê weke Cadeya Molla Guranî guherand.    * Di nava du salên dawî de konserên gelek hunermendên kurd ji hêla walîtî û qeymeqamtiyan ve hatin qedexekirin. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu têkildarî qedexekirina konseran pêşnûmepirsek da meclisê û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di bersiva xwe de îdia kir ku biryarên van qedexeyan ji bo “parastina şêweyê jiyanê û ewlehiyê” didin.    MA / Cengîz Ozbasar