Xelkê Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin 2023-05-23 11:16:38   AMED - Welatiyên Amedê bal kişandin ser girîngiya hilbijartina serokkomariyê û wiha gotin: “Li cihekî rejîma yekzilamî lê tu carî aramî çênabe û aborî û pergal baş nabe. Werin em biçin ser sindoqê û vê tirsê têk bibin.”    Di hilbijartina serokkomariyê ya di 14’ê Gulanê de tu namzet bi ser neketin û hilbijartin ji bo tûra duyemîn ma. Welatiyên ku dê ji bo tûra duyemîn di 28’ê gulanê de biçin ser sindoqê, guherînê dixwazin. Em bi xelkê Amedê re axivîn û welatiyan ji bo çûna ser sindoqan bang kirin.    ‘DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD Û DEMOKRASIYÊ BÊ ÇARESERKIRIN’    Welatiyê bi navê Mecît Turgay got ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê şenseke û ev tişt anî ziman: “Hilbijêrên HDP’ê dengê xwe ji bo guherînê dan lê yên Partiya Îyî deng nedan. Divê di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê de jidil bin. Heke tu wiha tirsonekî nêz bibî dê winda bikî. Kî bixwaze bibe hêzeke mezin, divê li ser bingeheke rast nêzî kurdan bibe. Ji ber ku komar, ev sedsal e birîndar e. Lingênê wê yên kurd û demokrasiyê kêm in. Heke daxwaza me ya komareke demokratîk hebe, divê pirsgirêkên kurd û demokrasiyê bên çareserkirin. Divê ne bi hişmendiya ‘ez pênc salan xelas bikim’ nêz nebin. Em dixwazin şer bê sekinandin, tecrîd were rakirin, bi birêz Ocalan re yekser muzakere bên destpêkirin, zarok û jin neyên kuştin û pêşerojeke azad û demokratîk dixwazin.”    ‘NIFTEYA DEMOKRASIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE’   Turgay, bi domdarî wiha got: “Ez dixwazin birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd azad bibe. Heke maseyek were avakirin, heke li ser wê maseyê birêz Ocalan hebe, dê heta dawiyê baweriya min bi wê maseyê bê. Ji sala 2015’an ve îktîdar teslîmî MHP’ê hatiye kirin. Li welaetkê MHP’ê lê heye kurd nikarin li benda azadiyê bin. Tu bendewariyeke kurdan a demokrasiyê ji MHP’ê nîne. Divê ev welat ji ewil ji MHP’ê rizgar bibe. Divê siyasetmedar jidil bin. Nifteya çareseriyê jî di destê birêz Ocalan de ye. Ocalan, rawestgeha çareseriyê ye.”    ‘CIHÊ KU YEKZILAM LÊ PEGAL NABE’   Ji welatiyan Heybet Îçten jî bi lêv kir ku Erdogan 20 sal in îktîdar e û wiha pê de çû: “Divê êdî teqawid bibe. Heke mirovekî peywira xwe kiribe, divê êdî dewrî yên din bike. Bêguman heke kêmasî û xeletiyên wî nebin. Ev kes siyasetmedar nîne, dengên wî jî ji sedî 49 nînin. Ez ji vê bawer nakim. Lê dîsa jî dê biçim ser sindoqê û dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Cihê ku yekzilam lê heyî tu carî aramî nabe, aborî baş nabe û pergalek dê nebe. Lewma dê winda bike. Ez tevî şerev û rûmeta xwe diçim ser sindoqê. Bi taybet jî ji bo hilbijêrên kurd dibêjim, dengê xwe bidin nasnameya xwe.”    ‘TIRSÊ LI SER SINDOQÊ TÊK BIBIN’   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Gunay Ceylan jî got ku guman li ser encamên hilbijartinê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma baweriya min pê nayê. Hinek tişt hatin manîpûlekirin. Lê tevî vê yekê jî ez CHP’ê serkeftî dibînim. Ji bo ku di hilbijartinê de dengê xwe bidim dê biçim Edîrneyê. Dê kurê xwe û dayika xwe jî bi xwe re bibim. Dayika min 95 salî ye. Em ne siyasetmedar, gelê jirêzê ne. Divê muxalefet ji bo parastina dengan çareseriyekê peyda bike. Weke gel divê em jî hişyar bin û xwedî li dengên xwe derkevin. Banga min ji bo hemû rewşenbîr, şoreşger û hwd. ew e ku biçin ser sindoqê û em vê tirsê li ser sindoqê têk bibin.”    ‘DENG HATINE DIZÎN’   Ji welatiyan Umît Polat jî anî ziman ku di hilbijartina ewil de li Îzmîrê bû lewma dengê xwe nedabû û wiha axivî: “Em ê vê carê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Tevahiya dengan hatine dizîn. Ev 21 sal in Berat Albayrak didize, yên din didizin. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Ciwanek nikare bizewice. Ez ji bo xebatê diçim Îzmîrê û 3-4 mehan nikarim vegerim mala xwe.” Huseyîn Algun jî destnîşan kir ku îktîdara AKP’ê kedxwariyê dike û wiha got: “Ji sedî 80-90’î civaka Tirkiyeyê birçî ye. Xelk nikare kirêyên xwe bide. Welat şêlandin û talan kirin lê piştre dibêjin ‘AKP baş e.’ Divê AKP tavilê bê têkbirin. Ciwan nikarin kar peyda bikin. Heke tu AKP’î bî te digirin kar. Niha jî hewl didin pergala qraltiyê ava bikin. Heke ev kes dîsa were hilbijartin dê dawiya me nebaş be. Em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.”    ‘HILBIJARTINA DAWÎ YE’   Omer Beksek jî daxuyand ku hilbijartina serokkomariyê pir girîng e û ev tişt anî ziman: “Niha hemû hêz di destê yekkesî de ne. Ji bo pêşeroja me êdî tu rêyeke din dê nebe. Piştî vê hilbijartinê êdî dê tu hilbijartinên din nebin. Banga min ji bo ciwan, kal û her kesî ye; destê xwe deynin ser wijdana xwe û herin ser sindoqan. Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Heke qeyûm tayînî şaredariya partiyeke bi milyonan dengan digire bikin, dê sibe li hemû şaredariyan tayîn bikin. Heta mirov dikare bibêje êdî dê tu hilbijartinên din çênebin. Ji ber ku rejîma yekzilamî roj bi roj xurttir dibe û dê zirareke mezin bide civakê. Parastina wê sindoqê, parastina rûmet û pêşerojê ye. Divê gel xwedî li sindoqan derkeve.”   ‘JIN DI EWLEHIYÊ DE NÎNIN’   Dîlek Takmaz jî bertek nîşanî polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan da û wiha got: “Heke xelk ji rewşa xwe memnûn be bila bidome. Heke nebin jî bila berteka xwe nîşan bide. Ez rewşa welêt pir biewle nabînim. Dev ji ewlehiya hilbijartinê berde, ez bawer nakim ku jin li kolanan jî biewle bimeşin. Ez niha xwe di rewşeke biewle de nabînim. Divê her kes biçe ser sindoqan. Tiştekî girîng nîne bê ka em ji ku derê ne. Divê kesek netirse û peywirdar jî heta kêliya dawî sindoqan neterikînin.”    ‘AMEDÊ PEYWIRA XWE BI CIH ANÎ’   Derheqê mijarê de Tekavût Şevket jî got ku xelkê Amedê peywira diket ser milê xwe bi cih aniye û wiha axivî: “Dê ji vir û şûnde jî bi cih bîne. Me parlamenterek winda kir û ev tiştekî asayî ye. Nifûsên polîs û leşkeran anîn Amedê. Her wiha Amed êdî bajarekî kozmopolît e. Ji bo ku em ji vê rejîmê xelas bibin divê em biçin ser sindoqan. Divê gelê me jî biçe ser sindoqan û peywira xwe pêk bîne. Partiya me çi bixwaze bila pêk bînin.”   ‘DIVÊ EM VÎ WELATÎ SERERAST BIKIN’   Ji welatiyan Guzel Poaçar jî têkildarî hilbijartina serokkomariyê nêrîna xwe wiha parve kir: “Guherîn şert e û divê ev biçin. Nîviya welêt hate firotin. Bi hezaran komkujî kirin. Ev gel çima van rastiyan nabîne? Jin bi girêka baraz girêdan û kuştin, ma me ev ji bîr kirine? Dibe ku emrê me êdî çûbe lê heke wiha bidome ciwanên me dê nekarin li vî welatî bijîn. Bila her kes pêşeroja zarok û neviyên xwe bifikire. Heke her kes wiha bifikire dê welat baş bibe. Em dixwazin êdî bes e bila ev biçin. Li tu welatan tu kes 20 salan nabe îktîdar. Welatekî wiha nabe. Em ji demokrasiyê derketine. Li ser olê xelkê dixapînin. Ol, ola min e ma çi ji te? Her kes ji ola xwe berpirsyar e.”