Li derveyî welat rewşa dawî: Vê carê hilbijêr zêdetir diçin dengdayînê 2023-05-23 11:20:13 STENBOL - Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Derveyî Welat Tuncay Yilmaz diyar kir ku hilbijêr ji bo tûra ewil xwerexne bikin çend kesan hildane cem xwe û çûne ji bo hilbijartina tûra duyemîn a serokkomariyê rayên xwe dane.    Hilbijartina Serokkomariyê di tûra ewil a 14’ê Gulanê de bi ser neket. Hilbijartina Serokkomariyê ji tûra duyemîn 28’ê Gulanêr e ma û dê roja yekşema bê hilbijartin bê kirin. Di vê hilbijartinê de kîjan nazmet zêdetir dengan ango bi ser pergala 50+1’ê qezenc bike dê ew bibe serokkomar. Namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû ye û namzetê Tifaqa Cumhur jî Tayîp Erdogan ê AKP’yî ye û dê di vê hilbijartinê her du tenê rikberên hev bin.    Li derveyî welat dengdayîna bo hilbijartina serokkomariyê di 20’ê gulanê de dest pê kir. Di tûra ewil de beşdariya hlbijêrên li derveyî welat ji sedî 49,40 bû. Ji bo tûra duyemîn jî li 73 welatan li 151 nûnertiyên Tirkiyeyê sindoq hatin danîn. Dengdayîn dê heta 24’ê gulanê bidome. Li gumrikan jî wê heta saeta 17.00’an roja 28’ê Gulanê dengdayîn bidome. Hat diyarkirin ku di roja sêyemîn a hilbijartinê de dengdayîn ji milyonek û nîv kes bihûriye û tê payîn beşdariya hilbijartinê ji tûra yekemîn zêdetir be.    ‘BEŞDARÎ JI CARA EWIL ZÊDETIR E’   Partiya Çepên Kesk jî ji bo hilbijartina serokkomariyê ango ji bo piştevaniya Kiliçdaroglû bênavber xebatên xwe didomîne. Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Derveyî Welat siyasetmedar Tuncay Yilmaz behsa atmosfera hilbijartin ango dengdayîna li derveyî welat kir û wiha got: “Beriya her tiştî divê em ji bo guhertin û dawîanîna faşîzmê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Îktidarê ji bo hilbijartinê û Erdogan hemû derfetên dewletê seferber kiriye. Muxalfet jî li ber Erdogan rabûye û îradeya xwe datîne holê. Li Ewropa vêcarê beşdariya hilbijartinê ji cara ewil zêdetir e. Ev hilbijartina dîktatoriyê û demokrasiyê ye. Lewma em biçin ji bo şahî û cejna demokrasiyê dengên xwe bidin.”   ‘ME SEFERBERÎ RAGIHANDIYE’    Yilmaz anî ziman ku wan wek Partiya Çepên Kesk û rêxistinên sivîl ji bo Kiliçdaroglû seferberî ragihandine û wiha got: “Em bi hêza xwe û rêxistinên sivîl vê xebatê dikin. Ew jî alîgirên Erdogan jî bi hêza dewletê dixebitin. Tevî şertên zehmet jî em dîsa dixebitin. Gel li dijî dîktatoriyê berê xwe dide ser sindoqan. Hilbijêr vê carê ne bi tena serê xwe diçin ser sindoqan, hilbijêr vê carê bo xwerexne bikin çend hilbijêran jî hildidin cem xwe û diçin ser sindoqan. Em dixwazin ku dengên li derveyî welat û dengên li Tirkiyeyê tên dayîn bên parastin. Ji bo heta sibê em bang li hemû hilbijêran dikin ku biçin ser sindoqan û mohra xwe li binê navê Kemal Kiliçdaroglû bixin.”