MARSÛ’yê taxek bêav hişt 2023-05-23 11:58:26   MÊRDÎN - Li navçeya Artûklûyê ji ber ku boriya avê ya di dema xebatên binesaziyê yên DEDAŞ’ê de hate şikandin ji aliyê MARSÛ’yê ve nehatiye tamîrkirin welatî bêav man.    Li Taxa Koprubaşi ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê hefteya borî di dema xebatên binesaziyê yên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de boriya avê teqiya. Tevî giliyan jî Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (MARSÛ) pirsgirêk çareser nekir. Piştî ku li taxê ava depoyan jî qediya welatî bêav man.    Şêniyên taxê diyar kirin ku MARSÛ’yê bi gotina “Em ê îro çareser bikin” wan mijûl dike û wiha bertek nîşan dan: “Her roj dibêjin lê çênakin. Hema bêje me ceza dikin.”