Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin 2023-05-23 12:00:40   AMED - Endama YJA Starê Hamiyet Yalçinkaya ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê di bin dorpêça leşkeran de hate definkirin.    Di navbera endamên HPG/YJA Starê û leşkerên artêşa tirk ên di 11’ê adarê de derketin operasyonê de li Herêma Bestayê ya Şirnexê pevçûn derket. Endama YJA Starê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Amed) di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê li goristana bêkesan hatibû definkirin. Piştî ku encamên DNA’yê hev girtin, malbata Yaçinkaya cenazeyê keça xwe wergirt.    POLÎSAN GORA HATIBÛ KOLANDIN GIRTIN   Malbatê cenazeyê keça xwe ji goristana bêkesan wergirt û ji bo definkirinê duh bi şev anîn Goristana Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê. Ji bo definkirina Yalçinkaya gor hatibû kolandin lê gor ji hêla polîsan ve hate girtin. Polîsan bi hinceta ku qeyda Yalçinkaya li ser gundê Tepecîk ê Bismilê ye, destûr nedan ku were definkirin.    LI GORISTANÊ KONTROLKIRINA NASNAMEYAN    Li ser vê yekê malbatê cenazeyê keça xwe hilgirt û ber bi gundê lê ji dayik bûye ve kete rê. Gundê Tepecîkê û goristana gund ji hêla leşkeran ve hate dorpêçkirin. Di ketina goristanê de leşkeran kontrola nasnameyan kir û bi vî awayî destûr dan ku tev li merasîma definkirina cenaze bibin.    Li gel xizmên Yalçinkaya, her wiha endamên Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî tev li merasîma definkirinê bûn.    Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Yalçinkaya di bin dorpêça leşkeran de hate definkirin.