Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man 2023-05-23 13:22:47 MÊRSÎN - Li Edeneyê û Mêrsînê ji ber barîna barana zêde lehî rabû û gelek mal û kargeh di bin avê de man.    Li Mêrsîn û Edeneyê serê sibê baraneke zêde barî û bû sedemê rabûna lehiyê. Ji ber rabûna lehiyê ya li navçeyên Tarsûs, Toroslar û Akdenîza Mêrsînê gelek mal di bin avê de man. Li Taxa Kiriklarsirti ya li navçeya Tarsûsê gelek mal, kargeh û wesayît di bin avê de man, welatiyan bi derfetên xwe av paqij kirin.