Biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya rojnamevan Akyuz 2023-05-23 13:29:10   ÎZMÎR - Hat zanîn ku rojnamevan Delal Akyuz ê di çarçoveya lêpirsînek di sala 2021’an de hatiye destpêkirin, kirine binçavan û biryara sînordarkirinê li ser dosyeya wî heye.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Delal Akyuz vê sibehê li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê daye destpêkirin de, hat binçavkirin. Parêzeran li gel Akyuz hevdîtin pêk anî û diyar kirin ku miwekîlê wan di çarçoveya lêpirsînek sala 2021’an de hatiye destpêkirin, di binçavan de ye û tawanbariya “endamtiya rêxistinê” spartinê. Hat zanîn ku biryara sînordarkirinê li ser dosyeya Akyuz heye.    Hat diyarkirin ku Akyuz li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tê ragirtin û li benda fermana îfadeyê ye. Hat zanîn ku dê îfadeya Akyuz li Îzmîrê were girtin.