Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn li qadê ye 2023-05-23 13:32:07 ŞIRNEX - Partiya Çepên Kesk li navçeya Hezexê û Silopiyayê belavok li xelkê belav kir û xwest ku xelk 28’ê Gulanê biçe dengdayînê.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Şirnexê li navçeya Hezexê ya Şirnexê serdana bazara li ser cadeya Adile Naşît ku hatiye danîn kirin. Serdan bi tevlibûna Parlementera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Dayikên Aşitiyê pêk hat. Şandeyê belavokan li xelkê belav kirin û bang li xelkê navçeyê kirin ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û rayên xwe bidin. Şandeyê daxwaz kir ku xelk bi beşdariyek zêde biçe ser sindoqan û desthilatdariyê bişînin. Şandeya partiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Jinan diyar kir ku serkeftin a gelê kurd e û ew ê biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî bişînin.    Şandeyê paşê serdana dikandaran û kargehên tekstîlê kirin û hat xwestin ku karker û dikandar biçin dengdayînê.    SILOPIYA   Li taxên Dîcle, Barbaros, Ş.Harûn Boy, Cûmhûriyet, Cûdî û Nûh yên navçeya Silopiyayê jî bi heman awayî xebat hatin kirin. Endamên partiyê ku bi komî li taxan belav bûn, belavok belav kirin û bang li hilbijêran kirin ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.