Li navçeyên Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin 2023-05-23 14:40:36   MÊRDÎN - Li navçeyên Mêrdînê di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin.    Serê sibehê leşker û polîsan li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Stewr û Dêrikê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin. Malên welatiyan hatin serûbinkirin. Hat zanîn ku ev welatî bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” hatine binçavkirin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mahmût Damar, Metîn Yilmaz, Samî Îldem, Şukru Dûrgan, Abdûllah Çelîk, Yavûz Demîrkiran, Osman Sîgî, Recep Turk, Huseyîn Soylemez, Şiyar Koç, Faris Alak, Firat Demir û Mehmet Şerîf Kavak.