Welatiyên li Enqereyê hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin 2023-05-23 15:11:42   ENQERE - Dema binçavkirinê ya kesên bi îdiaya di Newroza Enqereyê de “propaganda rêxistinê kirine” hat dirêjkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê duh lêpirsînek dabû destpêkirin. Serê sibehê polîsan avêt ser gelek malan û gelek kes kirin binçavan. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi îdiaya di pîrozbahiya Newroza Enqereyê de “propaganda rêxistinê kirine” tên tawanbakirin. EncamaMeclisa Partiya ya HDP’ê Bedriye Irmak jî di nav de Nebahat Çalpan, Halîl Guzel, Bariş Guzel, Ahmet Guzel, Aykût Bozkûş, Cahît Gumuş, Yasîn Bahçivan, Samet Ayataç, Kadîr Aytaç û Ramazan Aggoz li Enqereyê û Mert Ustundag û Mehmet Ustundag jî li Erziromê li midûriyeta polîsan tên ragirtin.    Hat zanîn ku dema binçavkirina welatiyan hatiye dirêjkirin.