Polîsan ciwanên ku rastî êrişê hatin binçav kir 2023-05-23 18:51:47       STENBOL - Mehmet Îkto û Havva Nûr Alpaslan ku ji ber bertek nîşanî qetilkirina muzûkjen Cîhan Aymaz dabûn hatibûn binçavkirin û îşkencekirin, pêşî rastî êrişê hatin û paşê hatin binçavkirin.    Li Rihtima Kadikoy a Stenbolê, muzûkjen Cîhan Aymaz ê 30 salî ji ber ku strana "Olurum Turkiyem" (Ji bo te bimirim Tirkiye) negotibû, ji aliyê nijadperest Mehmet Caymaz ve hatibû qetilkirin. Ciwanên Mehmet Îkto û Aydin Koçûk ji ber ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dabûn, hatibûn binçavkirin û îşkencekirin.    Lê ji ciwanan Mehmet Îkto ku gava tevî hevala xwe Havva Nûr Alpaslanê ji bo tedawiyê diçû TÎHV'a li navçeya Şîşlî ya Stenbolê, rastî êrişeke komekê hat. Polîsên ku hatin cihê bûyerê, ji dêvla êrişkaran Îkto û hevala wî Alpaslanê binçav kirin. Polîsan her du ciwanan bir Midûriyeta Polîsan a Şîşliyê.